Li Wanê peyama 4'ê Nîsanê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

  • 16:41 4 Nîsan 2026
  • Rojane
WAN - Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê bi boneya 77'emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyeke bi heybet li dar xist. Di şahiyê de peyama “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk” derket pêş.
 
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê bi boneya 77'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li eywaneke dawetê şahiyek hat lidarxistin. Eywana şahiyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hat xemlandin û di nav beşdaran de coşeke mezin hebû. Welatiyan di her kêliyê de diruşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin.
 
Hevserokê TUHAY-DER'ê Osman Başak di şahiyê de axaftineke kurt kir û rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir. Osman Başak bang kir ku di vê serdema nû de hemû girtiyên siyasî demildest bên berdan.
 
Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt di axaftina xwe de bal kişand ser wateya 4'ê Nîsanê û wiha got: “4ê Nîsanê di heman demê de vejîna gelê Kurd e. Îro azadiya jinên Kurd û azadiya gelê Kurd di felsefeya Rêber Apo de ye. Gelê Kurd 52 sal in li dijî polîtîkayên şer ji bo nasname û hebûna xwe li ber xwe dide û tu carî gava paş neavêtiye.”
 
Gulşen Kurt her wiha bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê û wiha berdewam kir: “Rêberê me bangeke dîrokî kir û diyar kir ku ew ê pirsgirêka Kurd bi siyaseta demokratîk çareser bike. Gelê Kurd xwedî li vê bangê derket. PKKê xwe fesh kir û vekişiya; niha dor li dewletê ye ku gavên berbiçav, hiqûqî û fermî bavêje. Paradîgmaya Rêber Apo li dijî şerê qirêj ê hêzên kapîtalîst, yekane rêya çareseriyê ye. Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya jinê û Rêber Apo.”
 
Piştî axaftinan, Dayikên Aştiyê derketin ser dikê û pasteya ku li ser “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” hatibû nivîsandin, bi tilîliyan birîn. Şahî bi derketina hunermend Kadîr Çat berdewam kir. Welatî bi stranên hunermend Kadîr Çat ketin nava govendê û coşa pîrozbahiyê gihîşt lûtkeyê. Şahî bi dirûşmeyên li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.