Şaredariya Bulamê amadekariya projeyên civakî û aborî dike
- 09:02 24 Adar 2026
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
SEMSÛR –Hevşaredara Bulamê Kamîle Ocak, diyar kir ku ew ji bo nîşandana îradeya jinan li dijî zihniyeta serdest a mêran li Bulamê derî bi derî geriyane û ew amadekariyan dikin ku bi jinan re projeyên hilberîna alternatîf pêşve bibin da ku jiyana civakî û krîza aborî çareser bikin.
Hilbijartinên rêveberiyên herêmî di 31'ê Adara 2024'an de li bajarên li seranserê Tirkiye û Kurdistanê hatin lidarxistin. Di encama van hilbijartinan de, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajar, navçe û bajarokan şaredarî bi dest xistin. Yek ji cihên ku DEM Partiyê şaredarî lê bi dest xistiye jî bajaroka Bulam a navçeya Çelîkhan a Semsûrê ye.
Hevşaredara Bulamê Kamîle Ocak, derbarê karên ku wan di du salên borî de kirine agahî parve kirin.
'Têkiliya me bi gel re pir xurt e'
Kamile Ocak, diyar kir ku wê di destpêkê de ji ber pergala serdest a mêran li Bulamê di warê hevşaredariya jin de zehmetî kişandine û got, "Di destpêkê de, wan îradeya jinan qebûl nedikir; me bi rastî jî zehmetiyên vê yekê dîtin, lê me ew derbas kir. Rolek ji hêla civakê ve hatiye destnîşankirin. Tu jin î, divê tu li malê rûnê, zarokên te hene, tu xwarinê çêdikî, tu diçî zeviyan, rûtîna klasîk.Lê em jî xwedî îrade ne û me hewce dît ku em vê hişmendiyê têk ibin. Di dawiyê de, ev şaredarî bi îradeya jinan tên bidestxistin. Em niha pir baş pêşve diçin. Têkiliya me bi gel re di vî warî de bi rastî jî xurt e, em di vî warî de xwedî avantaj in."
'Em bi jinan re di têkiliyê de ne'
Kamile Ocak diyar kir ku ew gelek caran bi gel re civînan li dar dixin û got, "Em çûn her derî, me bi her hevalek jin re têkilî danî. Têkiliya me bi jinên li vir re pir xurt e. Em hay ji hewldana ku me kiriye nînin, lê gava em paşve dinêrin, em dibînin ku me şopek hiştiye. Em civînên jinan li dar dixin, û cîran hene ku nayên, ji ber vê yekê em dibêjin, 'Heke ew neyên, em ê biçin ba wan.' Em li deriyên wan dixin. Em dipirsin, 'Ma pirsgirêkek, daxwaz, rexne an pêşniyarek we heye?' Dema ku em ji jinên Bulamê daxwazên wan dipirsin, ew dibêjin ku hişmendiya wan ya jinan ewqas kêm bûye ku ew bi hişmendiyek sîstematîk a mêr difikirin. Em rêyan dixwazin, em dîwaran dixwazin, em avê dixwazin. Ev tişt in ku her şaredarî dikare bike, lê gava ez dipirsim ka jin bi rastî çi dixwazin, bersiv tune ye. Ji ber vê yekê potansiyela me heye ku em vê hevgirtin û jiyana hevbeş li vir bi cîh bînin. Ji bo vê yekê, em bi rastî hewceyê dengê bihêztir in."
Ji bo jinan projeyên civakî û aborî
Kamile Ocak, diyar kir ku ji ber li herêma erdhejê ne, ew nekarîne tevli xebatên jinan bibin, lê ew li ser projeyekê dixebitin. Kamîle Ocak destnîşan kir ku pirsgirêkek ji krîza aborî derdikeve û got, "Li vir, çavkaniya me ya debara çandiniyê tenê titûn e. Ji bilî titûnê tiştek din li cem me tune ye. Karê me yê zêde tune ye. Titûn jî baş berhem nade. Cureyek vîrus heye ku bandorê li titûnê dike û dema ku ew hebe, em nikarin wê salê berhemek bistînin. Berhema sala borî hîn jî di malên me de ye. Ji ber vê yekê me bal kişand ser tiştên ku em dikarin bi hevalên xwe yên jin re bikin. Du parselên erdê yên me yên nehatine bikaranîn hene, her yek du donim meznahiya wan heye. Em difikirin ku li wir zeferanê biçînin. Ger em karibin zeferanê biparêzin û mezin bikin, em dikarin bi kêmanî ji titûnê wêdetir aliyekî aborî, hêzek aborî peyda bikin. Em plan dikin ku vê yekê bi hevgirtinê bi jinên din re bikin."







