ROJEVA 24'Ê ADARA 2026'AN

  • 09:00 24 Adar 2026
  • Rojev
 
*Hevşaredara Bulamê Kamîle Ocak, diyar kir ku ew ji bo nîşandana îradeya jinan li dijî zihniyeta serdest a mêran li Bulamê derî bi derî geriyane û ew amadekariyan dikin ku bi jinan re projeyên hilberîna alternatîf pêşve bibin da ku jiyana civakî û krîza aborî çareser bikin. DÎMEN HEYE
 
*Akademîsyena aştiyê Elçin Aktoprak, nirxandina rapora komîsyonê kir û got, "Her çend danîna çekan gaveke hêja be jî, aştiya mayînde demokratîkbûn, rûbirûbûna bi rabirdûyê û avêtina gavan a ji bo veguherandina newekheviyên civakî hewce dike." DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Midye Miqdet, diyar kir ku vegera li Efrînê piştî Newrozê jî berdewam dike, destnîşan kir ku malên niştecihên Efrînê ji aliyê HTŞ'ê ve hatine desteserkirin û got, "Bi awayekî, Efrîn hîn jî di bin dagirkeriyê de ye. Vegera li Efrînê têrê nake; divê çete ji malên niştecihên Efrînê derkevin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku li qada Newrozê ya li Amedê tijî kirin, xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê rakirin û azadiya wî ya fizîkî were misogerkirin.DÎMEN HEYE