Li Seferîhîsarê pîrozbahiya Newrozê ya bi coş

  • 18:36 21 Adar 2026
  • Rojane
ÎZMÎR-Li navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê agirê Newrozê bi daxwaza aştî û azadiyê hat vêxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk di pîrozbahiyê de axivî û got: “Peyama Birêz Ocalan a ku li Newroza Amedê hat xwendin, bi rengekî pir aşkera nîşan dide ka jiyana hevpar dê çawa pêk were.”
 
Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Seferîhîsarê, li Qada Cumhuriyetê tevlîbûna Parlementera DEM Partiyê ya Îzmîrê, gelek welatiyan û nûnerên saziyên sivîl agirê Newrozê hat geş kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û di dema bernameyê de dirûşmên wekî “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin.
 
‘Divê agirê Newrozê ji bo aştiyê bilind bibe’
 
Li ser navê rêxistina navçeyê, endamê DEM Partiyê Enbiya Şahîn metna çapemeniyê xwend. Şahîn diyar kir ku divê îsal agirê Newrozê li dijî şer bibe dengê aştiyê û got: “Ev agir divê li dijî zilmê bibe daxwaza azadiyê, li dijî xizaniyê bibe jiyaneke birûmet û li dijî komkujiyên jin û zarokan bibe bersiv. Newroz wekî bi hezaran salan, îro jî sembola biratî û wekheviya gelan e. Em bang li jin, ciwan û kedkaran dikin ku li qadên Newrozê bibin yek û têkoşîna demokrasiyê mezin bikin.”
 
‘Peyama Birêz Ocalan rêya jiyana hevpar nîşan dide’
 
Piştî daxuyaniyê, Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk axivî. Burcugul Çubuk bi bîranîna Rehşan, Zekiye û her sê darikên kibrîtê yên li Zindana Amedê dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku bedelên ji bo Newrozê hatine dayîn qet nayên jibîrkirin û got:”Îradeya me, îradeya aştiyeke birûmet e. Em ji bo aştiyekê derketine rê ku tê de mafê kedkar, jin û her kesî hebe. Îro li Newroza Amedê peyama Birêz Ocalan hat xwendin. Di wê peyamê de bi awayekî pir zelal hat ravekirin ka jiyana hevpar çawa pêkan e. Em li Tirkiye û Kurdistanê, bêyî ku dest ji mafê zimanê dayikê û statuya Kurdistanê berdin, ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet têdikoşin.”
 
Burcugul Çubuk herî dawî bang li gel kir ku sibe li Newroza Îzmîrê bi hêzeke mezintir kom bibin û agirê azadiyê bi hev re geş bikin.
 
Pîrozbahî bi gerandina govendê û bi tîlîliyan bi dawî bû.