Îlham Ehmed: Em keda Rêber silav dikin
- 12:21 21 Adar 2026
- Rojane
AMED - Îlham Ehmed ji Newroza Amedê re peyamek şand û got: “Her ku pêvajoya siyasî ya li bakurê Kurdistanê pêş dikeve, pêşeroja Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê jî misoger dibe.”
Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê bi xwendina peyamên siyasetmedar û derdorên cuda didome. Hevseroka Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî ji bo pîrozbahiyê peyameke bidîmen şan
Îlham Ehmed Newroz li gelê Kurd pîroz kir û got: “Ji Qamişlo heya Amedê, heya Hewlerê, heya Mahabadê Newroza tevahiya gelê Kurd pîroz be. Me li Rojavayê Kurdistanê, salên şoreşê pir giran derbas kir. Gelek destkeftiyên mezin bi tekoşîna gelê Kurd li çar parçeyê Kurdistanê çêbûn. Me encamên gelek girîng derxistin holê. Em bi hevî bûn ku di astên bilind de van serkeftinê ku me bi dest xistinê em tacîdar bikin. Bi yasa, bi qanûn, bi fermîkirin. Lê mixabin rewşên girantir bi ser me de hatin. Car din di van rewşên giran de me dît ku em ne bi tena serê xwe ne. Me ji her parçe Kurdistanê gelê xwe, li pişta xwe, li keleka xwe dîtin. Ji bo vê piştgiriyê em we car din silav dikin. Di sala 2026an de bi destpêkeke nû, bi Newrozeke nû çawa ku di dîroka Kurdan de Newroz bû Newroza xilasiyê, bu roja nû ji bo tevahiyê gelên Mezopotamyayê îro car din di vê salê de em dibêjin Newroza 2026an wê ji bo tevahiyê gelê Kurd bibe Newrozeke nû.”
Îlham Ehmed bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha domand: “Em di wê baweriyê de ne ku pêvajoya aştî, çareseriya siyasî û demokratîk ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye pêvajoyeke çareserkirina siyasî ya mafê gelê Kurd e. Li Rojhilatê Kurdistan careke din pevajoyekê nû heye. Êdî dema rejîma ku bi salan e Kurdan bi darve dike bi dawî dibe. Serdemeke nû dest pê dike. Ev serdem serdema tifaq û yekîtiya gelê Kurd e. Li Başûrê Kurdistanê parastina destkeftiyan, parastina şoreşa ku li wê derê hatibû lidarxistin careke din erka tevahiya gelê Kurd e.
Parçeyê herî mezin di Kurdistanê de Bakur e. Hejmar û potansiyela herî mezin li Tirkiyeyê ye, li Kurdistanê ye. Di vê çarçove de bi qasî ku Kurd piştgiriya hevdû bikin, ji hevdû re bi hêz bin wê dîrok careke din werê nivîsandin wê careke din hemberî hemû sîstemên ku bi sala ye Kurd bêmaf hiştinê mafên Kurdan çewisandine, bê îrade kirine derveyî pergalê hiştine êdî li hemberî wê dê bibin xwedî hêz û îrade. Baweriya me heye ku tevî hemû zor û zehmetî û dijberiya ku li hemberî Kurdan çêdibe, Kurd dê careke din wê hişmendî û îradeyê nîşan bidin. Nîşan didin jî. Pratîka wê heye. Rojane diyar dibe. Gav bi gav zanîsta Kurd îradebûn û hêzbûna wî derdikeve holê.”
Îlham Ehmed peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em li Rojavayê Kurdistanê di merheleya avakirinê de ne. Li Bakurê Kurdistanê jî merheleya avakirinê ye. Beşên Kurdistanê yên din jî li aliyekê şoreş heye li aliyê din avakirin heye. Di merheleyên avakirinê de jin bi temamî xwedî roleke girîng in. Ev hem di dîrokê de jî xwe diyarkiriye hem îro jî zêdetir rola jinan û ciwanan derdikeve holê. Ji bona vê biqasî ku jin û ciwan xwedî ked û fedakarî ne bi temamî di dîroka şoreşê de di avakirinê de jî dê careke din jin û ciwan bibin xwedî rol. Li ser vê esasê em dibêjin ku bi qasî ku li bakurê Kurdistanê ev pêvajoya çareseriya siyasî pêş dikeve li parçeyên Kurdistanê yên din jî pêşeroja Kurdan ewqas dibe garantî. Hêza Kurd li Bakur hêzeke mezin e. Gava ku bikeve liv û tevgerê weke lehiyê diherike. Ji bona vê bi hemû derfetên xwe tevlibûna vê pêvgava aştî û civaka demokratîk wê bigihe serkeftinê. Li ser vê esasê fedakarî û keda heta niha Rêber Apo daye û dide em bi germahî ji dil silav dikin. Ji bo ku ev pêvajo li her derê bi ser bikeve divê pêngava siyasî bi qanûn bibe divê hemû derfet bikevin xizmetê.
Li ser vê esasê em careke din we silav dikin û Newroza we pîroz dikin. Em bawer in ji sedî sed salên pêşerojê salên hebûna gelê Kurd e û misogerkirina maf û serweriya Kurd e. Di vê çarçoveyê de ji bo aramî û xweşiyê û ji bo hemû girtiyên siyasî bên berdan têkoşîna herî bilind tê meşandin. Em cejna wan jî cejna hemû dayîk, jinan û ciwanan pîroz dikin û wan silav dikin.”









