Li Amedê kelecana Newrozê
- 10:15 21 Adar 2026
- Rojane
AMED - Li Amedê ji gelek deveran herikîna gel ber bi qada Newrozê ve dest pê kir. Ji navçeyan û bajarên derdorê jî gelek kes ji bo beşdariya Newrozê tên Amedê.
Newroza Amedê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” tê lidarxistin. Li Amedê ji gelek deveran herikîna gel ber bi qada Newrozê ve dest pê kir. Ji navçeyan û bajarên derdorê jî gelek kes ji bo beşdariya Newrozê tên Amedê.
Li tevahiya bajar îro dikan nehatin vekirin û li gelek noqteyên bajar welatiyan dest bi kombûnê kir. Li noqteyên kombûnê bi hezaran welatî kombûne û di nav hewildana çûyîna qada Newrozê de ne. Di nav welatiyan de zêdebûna li xwe kirina kinc û bergên neteweyî balê dikişîne. Welatiyên li ber dahol û zirneyê govendê girê didin, sloganên, “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” diavêjin. Hejmara girseyê her deqeya dibore zêde dibe. Ji noqteyên kombûnê heta ber deriyên qadê coş û peroja welatiyan balê dikişîne.
Ji welat û derveyî welat nêzî 400 nûnerên dezgehên çapemeniyê akredîtasyon kirine ku ji Newrozê bişopînin. Her wiha li gel nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, saziyên civaka sivîl, sendîka, rêxistinên ked-pîşeyî, saziyên Elewiyan û rêxistinên jinan, her wiha dê ji welatên Fransa, Almanya, Swîsre, Katalonya, Misir, Hindistan û gelek welatên din û ji Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê jî gelek rayedarên payebilind tev li pîrozbahiyê bibin.
Tê payin ku beşa protokolê hinek bisînor be û ji salên cudatir, tenê dê kesên hatine vexwendin û mêvanên ji bajarên din û ji derveyî welat tê de cih bigirin. Hat destnîşankirin ku li bendê ne ji gelek bajarên din welatî tev li pîrozbahiya Newroza Amedê bibin. Ji bo ewlehiya pîrozbahiyê jî 600 kes hatine peywirdarkirin, di her noqteya kontrolê de dê wekîl, endamên PM’ê û parêzer amade ne.
Dê di pîrozbahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dê bê xwendin. Her wiha dê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, aktivîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, Çetîn Arkaş û Leyla Zana biaxivin û peyamên Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bên xwendin. Her wiha
Bernameya Newroza Amedê wiha ye:
*Saet di 10.00’ê de dê koma Kemençeyê derkeve ser dikê.
*Komîteya Amadekar a Newrozê dê derkeve ser dikê û girseyê silav bike. Piştî rêzgirtinê, dê komîteya amadekar û hevserok bi axaftinên kurt cejnê pîroz bikin û gel silav bikin.
*Piştre dê konsera Dîlan & Erkan Top dest pê bike. Piştre jî ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aştî dê li ser navê Tifaqa Partiyên Kurd biaxivin.
*Piştre dê hunermend Alend Hazim derkeve ser dikê.
*Dê vîdeo-sînevîzyon bê pêşandan.
*Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê were xwendin.
*Çetîn Arkaş û Tuncer Bakirhan dê biaxivin.
*Agirê Jiyan dê derkeve ser dikê.
*Leyla Zana dê biaxive.
*Zinar Sozdar dê derkeve ser dikê.
*Herî dawî jî dê peyamên siyasetmedaran bên xwendin.









