Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilat: Îran qadên sivîl hedef digire

  • 17:48 20 Adar 2026
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyekî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û diyar kir ku Îran kampên penaberan û navendên partiyên siyasî yên Rojhilat bêyî rawestandin kirine hedef.
 
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, der barê êrişên Îranê yên li ser Rojhilat û Herêma Federe ya Kurdistanê de bi daxuyaniyekî bang Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava 21 rojan de balafirên şer ên rejîma Îranê êrişî qadên sivîl kirine û hat destnîşankirin ku van êrişan serweriya neteweyî ya Iraqê û pîvanên navneteweyî bi dehan caran bi awayekî aşkera binpê kirine û di daxuyaniyê de hate gotin: “Ev rejîm, bi êrişên moşek û balafirên bêmirov ên hov û dubare, kampên penaberan û navendên partiyên siyasî yên Rojhilat bêyî rawestandin kirine hedef.”
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kampên penaberan û partiyên siyasî tên hedefgirtin û bang li Sekreterê Giştî yê NYê û Konseya Ewlekariyê, hikûmeta DYAyê û welatên hevalbend, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hat kirin.
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: “Di 21 rojên dawî de, rejîma Îranê wekî berdewamiya sûcên xwe yên sîstematîk, serweriya neteweyî ya Iraqê û pîvanên navneteweyî bi dehan caran binpê kiriye. Ev rejîm, bi êrişên moşek û balafirên bêmirov ên hov û dubare, kampên penaberan û navendên partiyên siyasî yên Rojhilat bêyî rawestandin kirine hedef.. Ev êrişên sîstematîk tevî ku partiyên siyasî yên Kurd bi salan e xebatên xwe li ser têkoşîna siyasî dikin û tu gefekî leşkerî ji bo herêmê pêk neanîne, diqewimin. Ji ber vê yekê, ev êrişên berdewam tenê hincetek in ji bo domandina çerxa tundî, zext û tirsê. Em bang li civaka navneteweyî, bi taybetî li DYA û hevalbendên wê yên navneteweyî dikin; bi bikaranîna hemû rêbazên zextê, zextên dîplomatîk û siyasî li ser rejîma Îranê zêde bikin, rawestandina demildest a êrişan mîsoger bikin û ewlehiya penaberan dabîn bikin. Ji bo parastina malbat û sivîlan li dijî êrişên balafirên bêmirov, divê pergalên parastinê werin bicihkirin û qadên niştecihbûna penaberan bi pergalên parastina asmanî werin parastin. Ji bo lêkolînkirina van sûcan û tespîtkirina zirarên li penaberan bûne, divê komîteyekî serbixwe ya lêkolîna heqîqetê were şandin. Li gorî hiqûqa navneteweyî, dewleta Iraqê ji ewlehiya penaber û aktîvîstên siyasî yên Kurd ên li ser axa xwe berpirsiyar e. Divê hikûmeta Iraqê tenê bi daxuyaniyên sembolîk nemîne, ewlehiya jiyana van kesan dabîn bike, li dijî binpêkirinên serweriyê yên Îranê bi biryardarî bisekine û mijarê di astên herî bilind ên navneteweyî de bişopîne. Niha dema tevgerê ye. Bêdengiya li hemberî van sûcan, tê wateya razîbûna ji bo berdewamiya terora dewletê."