Ji parêzer û malbata Dîlan Karaman daxuyanî
- 13:47 17 Adar 2026
- Rojane
STENBOL - Malbata Dîlan Karaman têkildarî mirina keça xwe daxuyanî da. Xwişka Dîlanê, Gonul Karaman diyar kir ku ew dixwazin ku heqîqet derkeve holê û heta ku edalet bicih were dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Em dibêjin ku di raporê de tiştên kêm hene. Tiştên ku ne rast in hatine nivîsandin. Em dipirsin; Mazlum Toprak çima hat berdan?”
Dîlan Karaman di 11'ê Mijdara 2025'an de piştî hewldana xwekuştinê li Amedê hat tedawîkirin û piştî 10 rojan jiyan xwe jî dest da. Piştî mirina Dîlan Karaman, di nav raya giştî de gelek îdia û nîqaş derketin holê. Komîsyonek ku ji rêxistinên jinan pêk dihat lêkolîn kiribû û çendak beriya niha raporek bi raya giştî re parve kiribû. Li ser raporê jî nîqaş û analîzên zêde derketin holê û raporê dengvedanek dîsa di nav raya giştî de çêkir. Gelek kes li dijî raporê rabûn. Di encama îtîrazan û nerazîbûnan de rapor bi paş ve hate kişandin.
Her wiha gelek kesan xwest ku derbarê Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz ku Dîlan Karamanê şêwirmenda wê bû de jî lêpirsîn were destpêkirin. Di encama nerazîbûnan de DEM Partiyê derbarê Aydenîz de lêpirsîn da destpêkirin.
Malbata Dîlan Karaman li ser van geşedan û tiştên qewimîn li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Xwişka Dîlanê, Gonul Karaman û rêveber û endamên ÎHD'ê tev li daxuyaniyê bûn.
Ewilî Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Eren Keskîn axivî û got: “Em di cîhanekî mêrperest de dijîn. Tevgera jinên Kurd li dijî vê gelek li ber xwe didin. Dîlan jî yek ji wan bû. Têkoşîna Dîlanê gelek bandor li ser gel kir ku îro ewqas tê axaftin. Dîlan tundiya li ser jinan tê kirin, nîşanî me da. Piştî mirina Dîlanê komîsyon hate avakirin. Piştî raporê gelek geşedan û nîqaşan dest pê kir. Em jî di nava vê pêvajoya nîqaşan de gelek tiştan hîn bûn. Lê di vê pêvajoyê de tundiya mêr nehat axaftin. Xwişka Dîlanê jixwe wekalet daye me. Em ê li pey şopa doza Dîlanê bin.”
Xwişka Dîlanê, Gonul Karaman jî diyar kir ku îro ew wekî ku Dîlan li gel wê ye dê biaxive û wiha got: “Em îro ji bo heqîqet derkevê holê li vir in. Piştî mirina Dîlanê 5 saziyan bi hevkarî rapor amade kir. Malbat jî heta ku rapor hate amadekirin bêdeng ma. Lê di raporê de me dît ku kujer nehatiye eşkerekirin. Me jî xwest rapor were paşve kişandin. Em dibêjin ku di raporê de tiştên kêm hene. Tiştên ku ne rastî ne hatine nivîsandin. Dîlan di nava xebatan de cih girt, ked da.”
Gonul Karaman destnîşan kir ku Dîlan di 11'ê Mijdarê de saet 05:19'an de peyam jê re şandiye û gotiye, “Mazlum li min da û min ji malê avêt.” Gonul Karaman di berdewamiya axaftina xwe ev yek anîn ziman: “Dîlan got ‘ji bo ku ez ji malê derkevim pere hewce ye. Me peyamê saet di 06:30'an de dît û jê re got, ‘ji mal derkeve’ û me jê re pere şand. Paşê dema ku Dîlan ji bo pisîka xwe ji malê bigire vedigere mala Mazlum. Lê Mazlum dîsa gef li Dîlanê dixwe. Ji Dîlan re gotiye, ‘dîmenên te li gel min hene, ez ê te rezîl bikim’. Herî dawî malbat saet di 14:42'an de bi Dîlan re axivî. Mazlum Toprak saet di 17:22'an de li hevalên Dîlan geriyaye û gotiye, ‘Dîlan întihar kiriye’. Dema Mazlum Toprak çû nexweşxaneyê hevalên Dîlan bertek nîşanî Mazlum didin. Mazlum hat binçavkirin lê piştî îfadeyê hate berdan. Em dipirsin; Mazlum Toprak çima hat berdan? Em dixwazin ku heqîqet derkeve holê, heta ku edalet were bicihanîn em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Parêzera malbata Karaman, Jiyan Kaya jî anî ziman ku dema wan dosyeyê dît fêm kirine ku gelek tiştên kêm têde hene û wiha got: “Navê tîmên tenduristiyê di nava dosyeyê de tune ye. Îfadeyên Mazlum yên di dosyeyê de hev nagirin, ev jî diyar e ku Mazlum rastiyê nabêje. Kesê bi navê Sidki jî îfadeya wî nehatiye girtin. Mazlum bi çekê gef li Dîlanê xwariye lê di dosyeyê de ev jî tune ye. Di dosyeyê de tenê dîmenê ambulansê heye, em nizanin ku berî bûyerê tundî li Dîlanê hatiye kirin an na.”







