Rewşa Dayika Aştiyê Rewşan Doner baş e
- 19:07 7 Adar 2026
- Rojane
STENBOL- Endama Dayikên Aştiyê Rewşan Donber ya li Bagcilarê dema derbasî aliyê din yê rê dibû wesayît lê qelibî û rakirin nexweşxaneyên. Hat hînbûn ku rewşa Rewşan Doner baş e û bi armanca kontrolê li nexweşxaneyê tê girtin.
Li navçeya Bagcilar a Stenbolê 5’ê Adarê de endama Dayikên Aştiyên Rewşan Doner ku li rawestgeha otobusê ya Kolana Osmangazî derbasî aliyê din yê rê dibû wesayît lê qelibî.
Rewşan Doner ku birîndar bû rakirin Nexweşxaneya lêkolîn û Perwerdehiyê ya Bagcilar. Hat hînbûn ku rewşa Rewşan Doner başe û ji bo kontrolê wê demek din li nexweşxaneyê bimîne.









