Li Pêrtagê hevdîtina 8’ê Adarê
- 18:06 4 Adar 2026
- Rojane
DÊRSÎM - Li Pêrtagê hevdîtina 8’ê Adarê pêk hat û jinan di hevdîtinê de diyarkirin ku bi yekitiyê dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo vê divê jin warên xwe biafirînin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Pêrtag a Dêrsîmê hevdîtina jinan pêk anîn. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsîmê Ayten Kordu jî tevli hevdîtinê bû.
‘Divê em çareseriyê biafirînin’
Ayten Kordu di hevdîtinê de axivî û da zanîn ku jin afrînerên jiyanê ne û got: “Divê li dijî her cureyê êrîşên serdestiya mêr em bibin yek û têkoşîna xwe bi hev re li dijî wê bimeşînin. Divê em warên xwe bixwe biafirînin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.Têkoşîna jinan girînge. Têkoşîna jinan her diçe mezin dibe. Em bi saya têkoşînê hatine vê astê. Me heqîqeta xwe ji dayikên xwe fêr kir. Divê em bibin bersiva pirsgirêkên xwe û çareseriyê biafirînin. Divê em têkoşîna xwe bi hev re bimeşînin.”
Hevdîtin bi gerandina govendê bidawî bû.







