Li Agirî û Qersê çalakiyên 8’ê Adarê

  • 17:03 4 Adar 2026
  • Rojane
AGIRÎ/ QERS - Li Agirî û Qersê bi boneya 8’ê Adarê çalakî hatin lidarxistin. Jinan, ji girtiyên jin re kart şandin. 
 
Çalakî û xwepêşandanên jinan ên di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de berdewam in. 
 
Qers
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re kart şand. Jinên li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Qersê kom bûn, piştî amadekarina kartan derbasî postaxaneyê bûn û ji girtîgehan re kart şandin. 
 
Agirî
 
Li Navenda Piştevaniyê ya Jinan a Zînê ku girêdayî Şaredariya Agiriyê ye, di çarçoveya 8’ê Adarê de atolyeya findan hate lidarxistin. Gelek jin tev li atolyeyê bûn. Jinan, bi hev re find çêkirin. Jin hem tev li pêvajoya çêkirinê bûn hem jî têkildarî girîngiya dîrokî û civakî ya 8’ê Adarê sihbet kirin. 
 
Çalakî, bi kişandina wêneyeke komî bi dawî bû.