Li Amed û Êlihê dê meş were lidarxistin

  • 15:37 27 Çile 2026
  • Rojane
AMED - Sibê li Amedê meşek girseyî ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava tê lidarxistin. Gelê Êlihê ji bo piştgiriya Rojava sibe dê meşek girseyî li dar bixe. 
 
Çalakî û meşên li dijî êrîşên li ser Rojava li gelek bajarên Kurdistanê bênavber berdewam dikin. Ev çalakî, ku mirovên ji her temenî beşdar dibin, heta derengiya şevê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, sibê li Amed meşek girseyî bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk tê lidarxistin. Meş, bi dirûşmeya "Rojava têkoşîn e, azadî ye. Nayê bindestkirin!", dê sibê saet 2'yê piştî nîvro li Kolana Emek a navçeya Rezan  a Amedê dest pê bike.
 
Amadekariyên meşa mezin li hemû deveran dest pê kirine. Wekî din, hemû sektor bi rêya postên medyaya civakî raya giştî vedixwînin meşê.
 
Gelê Êlihê dê sibê ji bo Rojava bimeşe
 
Gelê Êlihê ji bo piştgiriya Rojava sibe dê meşek girseyî li dar bixe. Di meşa girseyî ku Heserokê DBPê Keskîn Bayindir jî tev li bibe de dê êrişên li ser Rojava werin şermezarkirin û bang li cîhanê bê kirin ku ji bo piştgiriya Rojava rabe ser pêya.
Li seranserê Bakurê Kurdistanê meş û çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava didomin. Yek ji van deverên ku bi rojan e çalakiyên şeve têne li dar xistin bajarê Êlihê ye. Gelê Êlihê evcar bi awayeke girseyî de dakevin qadê û hêrsa xwe ya li dijî çeteyan bînin ziman.
 
Banga tevlibûnê
 
Şêniyên bajêr bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê sibê (28ê Çile) dê meşek girseyî li dar bixin. Banga meşê bi ser navê “Gelê Êlihê yê welatparêz ji bo Rojava dimeşe” hate parvekirin. Di bangê de hate gotin ku li dijî êriş û dorpêçkirina Rojava tevahiya şêniyên bajêr vedixwînin meşa mezin.
 
Bi tevlibûna Keskîn Bayindir
 
Meş sibê saet di 13:00an de wê dest pê bike. Gel dê li ber Parka Yilmaz Guney a li ser Cadeya Diyarbekirê werin cem hev û ji vir dest bi meşê bike. Wê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û parlamenterên DEM Partiyê yên herêmê jî tev li meşê bibin û peyamê xwe yên ji bo piştgiriya Rojava bînin ziman.