Li Kobanê bi hezaran kes meşiyan

  • 15:11 27 Çile 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarê Kobanê bi boneya salvegera 11'emîn a rizgarkirina bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ`ê, meşeke girseyî li dar xist.
 
Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê ji bo salvegera 11'emîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê, meşek bi dirûşma "Bi rihê berxwedan û serkeftina Kobanê, em ê êrişên çeteyan têk bibin" li dar xist.
 
Meşê li Qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de wêneyên birîndaran û alên YPG û YPJ`ê hatin hildan û dirûşmên "Berxwedan jiyan e", “Bijî berxwedana YPG û YPJ`ê" û "Na ji qetlîamên sivîlan re" berz kirin.
 
Meşê heta Qada Şehîd Egîd dest pê kir. Li wir cîgira Encûmena Cîbicîkar a Kantana Firatê Mizgîn Xelîl salvegera rizgarkirina Kobanê û damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pîroz kir.
 
Mizgîn Xelîl anî ziman ku gelê Kobanê li hember terora herî xeternak li ber xwe da û wiha got: "Em silavên xwe ji şervanên YPG, YPJ û QSD`ê û ji hemû gelê her çar parçeyên Kurdistanê yê dilê wan ji bo Kobanê lê dide, dişînin û em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em salvegera 11`emîn a Rêveberiya Xweser û rizgarkirina Kobanê li hemû gelê azadîxwaz pîroz dikin. Gelê Kobanê û şervanên YPG û YPJ`ê bi hemû hêza xwe li hember çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da û çete li Kobanê têk birin. Ji ber vê yekê her kesê li çar parçeyên Kurdistanê denydarê Kobanê ye."
 
Fermandarê QSD`ê Cemîl Mazlûm diyar kir ku di 2014`an de rûmeta mirovahiyê hate parastin û wiha got: "Eynî vê rojê di 2014`an de roja serkefina Kobanê me bi hev pîroz kir. Ji ber ku şervanên YPG û YPJ`ê çeteyên herî hovane bi hemû hêza xwe têkoşîn kir û ew têk birin. Hemû dewletên ku xwe bi hêz bibînin, wê demê nikarîbûn çeteyên DAIŞ`ê têk bibin. Lê şervanên azadiyê di 2014`an de got em hene, şervanên ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kir. Şervanan got em hene û em ê Ii hember çeteyan tê bikoşin û wan têk bibin. Bi rastî şervanên me bi hemû hêza xwe li ber xwe da û çeteyên hovane di Kobanê de têk birin."
 
Cemîl Mazlûm anî ziman ku ew têkçûna çeteyên DAIŞ`ê û avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kobanê pîroz dikin û got: "Em bi berxwedana Kobanê bi serbilindî dijîn. Îro jî êrişî Kobanê dikin û dijminatiya Kobanê dikin. Lê em ê bi rihê 2014`an li ber xwe bidin, çawa ku me di 2014`an de çeteyên herî xeternak têk birin, em ê careke din dijmin têk bibin û wê her tim Kobanê bi ser bikeve.”
 
Meş bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.