Neteweyên Yekbûyî alîkarî şand Kobanê

  • 18:51 25 Çile 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser bang û berxwedana gelê Kurdistanê alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî gihişt bajarê Kobanê.
 
Gelê Kurdistanê û dostên xwe li her cihî li dijî êrişên çeteyan li ser pêyan e û piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin. Li ser bang û berxwedana gelê Kurdistanê û dostên wan Neteweyên Yekbûyî neçar ma ku bikeve tevgerê û alîkariya mirovî şand Kobaniyê.
 
Ev alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî bi ser bajarê Helebê re gihişt Kobaniyê û hat zanîn ku ew alîkarî ji 24 kamyon-TIRan pêk tê.
 
Ev çend roj in bajarê Kobanê di bin dorpêçeke giran de ye û krîza mirovî lê zêde bûye.
 
Karwanê alîkariya mirovî ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye organîzekirin, tevî astengiya gelek dewletan jî ev alîkarî di encama daxwaz, bang û berxwedana gelê Kurdistanê de gihîşt Kobaniyê.
 
Xelkê Kobanê bi rojan e ji bo peydakirina xwarinên bingehîn, derman û sotemeniyê bi zor û zehmetiyên dijwar re rû bi rû mabû.