Neteweyên Yekbûyî alîkarî şand Kobanê 2026-01-25 18:51:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser bang û berxwedana gelê Kurdistanê alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî gihişt bajarê Kobanê.   Gelê Kurdistanê û dostên xwe li her cihî li dijî êrişên çeteyan li ser pêyan e û piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin. Li ser bang û berxwedana gelê Kurdistanê û dostên wan Neteweyên Yekbûyî neçar ma ku bikeve tevgerê û alîkariya mirovî şand Kobaniyê.   Ev alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî bi ser bajarê Helebê re gihişt Kobaniyê û hat zanîn ku ew alîkarî ji 24 kamyon-TIRan pêk tê.   Ev çend roj in bajarê Kobanê di bin dorpêçeke giran de ye û krîza mirovî lê zêde bûye.   Karwanê alîkariya mirovî ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye organîzekirin, tevî astengiya gelek dewletan jî ev alîkarî di encama daxwaz, bang û berxwedana gelê Kurdistanê de gihîşt Kobaniyê.   Xelkê Kobanê bi rojan e ji bo peydakirina xwarinên bingehîn, derman û sotemeniyê bi zor û zehmetiyên dijwar re rû bi rû mabû.