Mêrdîn ji bo Rojava di çalakiyê de ye

  • 22:16 25 Çile 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Qoser, Artuklu û Nisêbîn a Mêrdînê welatî çalakiyên ji bo Rojava didomînin û li kolanan agir pê xistin, konvoy ava kirin û çalakiya deng derxistinê pêk anîn.
 
Êrîşên HTŞ, DAIş û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê yên li dijî Rojava li Artuklu, Qoser û Nisêbîn a Mêrdînê hatin protestokirin. Welatî daketin kolanan û êrîş protesto kirin.
 
Li Qoserê konvoy hat avakirin û li gelek nokteyên cuda yên navçeyê çalakiyên deng derxistinê pêk hatin. Welatiyan ji şaneşîn, ban û paçeyên mala xwe piştgirî dan çalakiyê û peyamên piştevaniyê dan. Ligel vê gel li kolanan agir pêxistin û piştevaniya xwe domandin.
 
Nisêbîn
 
 Li Nisê bînê jî welatiyan konvoy  ava kirin û çalakiya xwe domandin. Welatiyên li Bariş Petrol hatin gel hev bi konvoy û dirûşmeyan çalakî pêk anîn. Li taxa Alîka welatiyan agir pêxistin. Gelek kes tevli çalakiyê bûn.
 
Artûklû
 
Li Artukliyê jî welatiyan li taxan çalakiya xwe domandin, çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Bi sedan kes tevli çalakiyan bûn û dirûşmeyên ‘bijî berxwedana Rojava’ berzkirin.