'11’emîn Pakêta Darazê têkoşîn û jiyana jinan hedef digire'

  • 09:06 3 Çile 2026
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Suzan Memedoglu Aksoy a ji ÎHD’yê bal kişand ser 11’emîn Pakêta Darazê û got: “Rojda Yakişikli ji aliyê Okay Gur ve hat kuştin. Ev mînakeke berbiçav e. Divê civak li dijî pakêtê têbikoşe.” 
 
Hikûmet di bin navê "reforma dadwerî" de 11’emîn Pakêta Darazê derxist. Pakêta Darazê krîzeke nû ya ewlehî derxist û mafê jiyanê ya jinan bin pê kir. Bi pakêtê re kujer, kiryarên şîdet û destdirêjiyê serbest hatin berdan. 
 
Di navbera 24-25’ê Kanûnê de li parlamentoyê hate qebûlkirin û 11’emîn Pakêta Darazê di 26’ê Kanûnê de ket meriyetê. Piştî vê yekê pêvajoya serbestberdana girtiyan dest pê kir. Girtiyê edlî Okay Gur ku bi vê pakêtê serbest hat berdan û Rojda Yakişikli kuşt. 
 
Cîgira Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Suzan Memedoglu Aksoy li ser mijarê axivî. 
 
Suzan Mamedoglu Aksoy diyar kir ku 11’emîn Pakêta Darazê mirin û şîdetê li ser jinan zêde kir û got: "Ev pakêt pakêtek e ku jinan hedef digire. Em Pakêta Darazê qebûl nakin. Dema em li naveroka pakêtê dinêrin em dibînin ku ew pakêtek e ku têkoşîna jinê dike hedef û dawî li jiyana jinan dide. Me mînaka herî berbiçav a vê yekê di kuştina Rojda Yakişikli de dît." 
 
Suzan Memedoglu Aksoy destnîşan kir ku polîtîkaya dewletê jiyana jinan dike hedef û wiha bi lêv kir: "Dewlet bi xwe sîstemeke baviksalar e. Ji ber vê yekê, dewleteke ku bi zîhniyeta baviksalar hatiye avakirin, jinan û mafên wan naparêze. Eger berevajî bûya, mêrên ku dibin sedema mirina jinan bi polîtîkaya bêcezabûnê re rû bi rû nedihiştin. Û ez dixwazim vê yekê destnîşan bikim; Eger kujer cezayên pir giran bigirta, jin nedihatin kuştin.”
 
 
Suzan Memedoglu Aksoy diyar kir ku divê civak bi tevahî li dijî êrişên li ser jinan û mafên wan têbikoşe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her kez divê li dijî 11’emîn Pakêta Darazê têbikoşe.”