Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna xwe edaletê bernadîn

  • 13:31 3 Çile 2026
  • Rojane
STENBOL – Dayikên Şemiyê, diyar kirin ku ew ê careke din di şemiya yekem a sala 2026'an de li Qada Galatasarayê bin û anîn zîman ku heta ku winda neyên dîtin û sûcdar neyên darizandin, ew ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin.
 
Dayikên Şemiyê ku ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên ku di binçavan de winda bûne/hatine kuştin û daxwaza darizandina sûcdaran dikin, li Qada Galatasarayê her hefte çalakîyê li dar dixin, di şemiya yekem a sala 2026'an de 1084'emîn çalakîya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên ku qurnefîl û wêneyên windayan hilgirtin, j siyasetmedarên Partiya Kedê (EMEP)  jî piştgirî dan wan.
 
Ji Mirovên Şemiyê,  Besna Tosun di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
Besna Tosun diyar kir ku ew bêyî ku aqûbeta xizmên xwe yên ku di dema binçavkirinê de winda bûne hîn bîbin, ketine sala 2026'an û tekez kir ku astengkirina mafê zanîna rastiyê û gihîştina edaletê ya derbarê xizmên wan de bi awayekî sîstematîk berdewam dike û tê binpêkirin.
 
Daxwazên ji bo sala nû hatin rêzkirin
 
Di Şemîya Yekem a 2026'an de, Besna Tosun daxwazên xwe wiha rêz kirin:
 
*Divê lêpirsînên bi bandor, serbixwe û bêalî li ser dozên windakirina bi zorê werin kirin; divê kesên berpirsiyar werin darizandin û edalet were bicîhanîn.
 
*Divê mafê xizmên windayan ên zanîna rastiyê were naskirin.
 
*Divê sînorkirinên neqanûnî û qedexeya cihê civîna aştiyane li Qada Galatasarayê werin rakirin.
 
*Em dixwazin ku windakirina di bin çavan de sûc bê qebûlkirin û ji bo cezakirina kiryarên vî sûcî dikin rerastkirinên qanûnî bên kirin.
 
*Divê Tirkiye Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Parastina Hemû Kesan ji Windakirina Bi Zorê û Statuya Romayê ya damezrandina Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ku îmze nekiriye, îmze bike, pesend bike û bicîh bîne.
 
'Bêyî rûbirûbûna bi rabirdûyê re aştî nayê bidestxistin'
 
Besna Tosun destnîşan kir ku têkoşîna Dayikên Şemiyê ne tenê îfadeya malbatên ku li hezkiriyên xwe yên winda digerin e, lê di heman demê de daxwaza civakê ya ji bo edalet û demokrasiyê ye jî. Besna Tosun diyar kir ku Tirkiye bêyî rûbirûbûna bi rabirdûyê re nikare aştî û aramiyê bi dest bixe. Besna Tosun wiha domand: "Di sala nû de, em ê bi bîranîn û israra xwe li Qada Galatasarayê bin. Em ê heta ku hezkiriyên me yên winda bên dîtin, heta ku sûcdar bên  darizandin û edalet bê bicihanîn, dev ji têkoşînê bernedin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo hemû hezkiriyên xwe yên winda bernedin û ji dewletê bixwazin ku divê ew di çarçoveya normên qanûnî yên gerdûnî de tevbigere."
 
'Em bi hesreteke hîn mezintir dikevin sala nû'
 
Piştre Îkbal Eren axivî û got, "Tam 46 sal derbas bûn û em bi hesreteke hîn mezintir dikevin her salek nû. Ji ber vê yekê, tevî her tiştî, ez hêvî dikim ku di sala 2026'an de astengiyên li pişiya me werin rakirin û aqûbeta hezkiriyên me yên winda eşkere bibe."
 
Çalakî bi danîna qurnefîlan ji aliyê Dayikên Şemiyê ve li Qada Galatasarayê bi dawî bû.