Li 3 bajaran çalakiya Xizmên Windayan
- 14:36 3 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan û ÎHD ku li sê bajaran çalakî li dar xistin, li aqûbeta Fethî Yildirim û Mehmet Şîrîn Maltû pirsin û li kiryarên Nazmi Çaçan pirsîn.
Şaxên Êlih, Amed û Colemêrgê yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ligel xizmên windayan, li sê bajaran çalakiyên xwe berdewam kirin û li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin.
Amed
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê tevî sirûseqemê jî di hefteya 882'yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolûyê li dar xist. Rêveberên ÎHD'ê, Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Fethî Yildirim ê ku di 4'ê Çileya 1994'an de li Weranşarê hatibû windakirin hat pirsîn.
Beriya metna daxuyanî bê xwendin, Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Ercan Yilmaz axivî. Yilmaz bal kişand ser çalakiya dûr û dirêj a windayan. Yilmaz, sala nû pîroz kir û wiha got: “Bila sala nû bibe sala aştî, demokrasî û bibe sala mafê mirovan. Dethilatê hê jî aqûbeta windayan diyar nekiriye. Heger em mesela Kurdan diaxivin divê em pêşî li kujerên windayan bipirsin û diyar bikin. Em gelek kujeran nas dikin ji bo me ya herî zehmet jî ev e ku ev bi rehetî jiyana xwe berdewam dikin.”
Piştre serpêhatiya windkirina Fethî Yildirim ji aliyê Rêveberê ÎHD'ê Firat Akdenîz ve hat xwendin.
Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Fethî Yildirim xwend û wiha got: “Fethî Yildirim di 4'ê Çileya 1994'an de ji malbata xwe re gotiye ku hevalê wî Abdo Mutlu ku li Almanyayê dimîne hatiye Wêranşarê û ew ê bi Alî Kuran û Nacî Kapancilar re biçe mala Mutlu. Piştî demekê li vir ma, hêzên girêdayî Midûriyeta Polîsa a Wêranşarê di ser malê de girtin. Di serdegirtinê de Alî Kuran, Nacî Kapancılar û Fethî Yildirim û li gel mêvan Abdo Mutlu hatin binçavkirin. Di heman rojê de saet 23.00an de Alî Kuran bi telefonê gazî Silêman Yildirim kir û got ku ew hatine binçavkirin, lê ji bilî Fethî Yildirim em hemû hatin berdan. Piştî wê rojê tu agahî ji Fethî Yildirim nehatiye girtin.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih
Li Êlihê, ÎHD û xizmên windayan ji bo hefteya 718'emîn a çalakiya xwe li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltu hat pirsîn ku di 31'ê Çileya 1995'an de ji mala xwe ya li gundê Zêdiya yê navçeya Hezo hat binçavkirin û ji wê demê ve tu agahî jê nayê girtin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Metîn Nas ku çîroka windabûna Maltû xwend, tiştên ku di serlêdana wan de ji wan re hatine gotin parve kir: "Di şeva 31'ê Çileya 1995'an de, hêzên ewlehiyê, leşker, hêzên taybet û cerdevan, bi wesayîtên zirxî bi ser mala Mehmet Şîrîn Maltû yê 17 salî de girtin. Piştî kontrolkirina nasnameya wî, leşkeran Maltû derxistin derve. Maltû heta saet 4'ê sibê li derve îşkence lê hat kirin, qîrîna wî hat bihîstin. Piştre ew birin. Roja din, li dora saet 12:00'ê piştî nîvro, bi çar wesayîtan, dest û lingên wî girêdayî û kîsik di serê wî de, ew anîn gund. Daxwaz kirin ku ew stargeh û çekên PKK'ê nîşanî wan bide. Gundiyan diyar kirin ku Maltû rastî îşkenceyê hatiye, nikare rabe ser pêyan, tu têkiliya wî bi PKK'ê re tune ye. Paşê, leşkeran Maltû bi wesayîtekê birin. Malbatê bi Qereqola Cendirmeyan a Bekirhan û Fermandariya Cendirmeyan a Kozlukê re têkilî danî. Ji wan re hatiye gotin ku kurê wan ne di binçavan de ye. Di heman demê de, kesekî ku li Tabûra Komando ya Batmanê hatibû girtin, hatiye berdan û ji malbata Maltû re gotiye ku wî Mehmet Şîrîn li tabûrê dîtiye û ew şeş rojan bi hev re mane."
Ji malbatê ku serî li dozgeriyê da, ji bo destpêkirina lêpirsînê hat xwestin ku du şahidên ji derveyî malbatê peyda bikin, lê kesên şahidê bûyerê, ji ber zexta giran nekarîne şahidiyê bikin. Ji ber vê yekê careke din agahî ji Maltü nehat girtin. Serlêdanên malbatê yên li rayedaran tu encam nedan. Dengê dayika Sabriye Maltû ku got, 'Ez dixwazim bizanim çi bi serê kurê min hatiye. Ez dixwazim gorek wî hebe ku ez li ser dua bikim. Ez dixwazim kesên ku bûne sedema mirina wî ji ber zilma ku li me kirine hesab bidin. Ez edaletê dixwazim. Ez aştiyê dixwazim. Ez naxwazim ku tu dayik êşa windakirina zarokekî bikişîne,' ji aliyê kesên ku ji bo bicihanîna daxwazên wê berpirsiyar bê bersiv ma."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêrg
Li Colemêrgê, çalakiya 208'emîn li Kolana Hunerê hat lidarxistin. Çalakiya ku pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin, vê hefteyê bal kişand ser kiryarên kuştina Nazmî Çaçan ku di 29'ê Kanûna 1993'yan de li navçeya Tetwanê a Bedlîsê ji aliyê leşkeran ve hat desteserkirin û kuştin. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Sibel Çapraz metna daxuyaniyê xwend û rojnamevanê rehmetî Huseyin Aykol bi bîr anî û wiha domand: "Di 29'ê Kanûna 1993'an de li gundê Çorsin ê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê operasyonek hat lidarxistin û gundî li meydanê hatin komkirin. Nazmî Çaçan ku nexwest ji mala xwe derkeve, rastî gulebaranê hat. Piştre, leşkerên ku hatin pêşiya malê, li hevjîna wî ya ducanî, Gulşen Çaçan û zarokên wê xistin. Gulşen Çaçan, hevjîna Necmî Çaçan, dema ku li hember leşkerên ku dixwestin hevjînê wê ji malê derxînin, li ber xwe da, bi tundî hat lêdan. Gundî û xizmên wî li pey Necmî Çaçan geriyan ku ji aliyê leşkeran ve hatibû binçavkirin. Cenazeyê wî yê bêcan ku şopên îşkenceya giran li ser hebûn, ji aliyê keça wî Pînar ve li derdora saet 6:00'ê sibê li herêmeke di navbera du gundan de hat dîtin. Tevî dîtina cenaze, destûr ji bo vegerandina wî bo gund demeke dirêj hat dayîn. Cenazeyê Necmî Çaçan ê bi tundî îşkence lê hatibû kirin, bêyî bînin gund, ji neçarî ji aliyê gundiyan ve hat definkirin. Piştî ku bûyer di çapemeniyê de hate ragihandin, şahidên ku dixwestin biaxivin hatin tehdîtkirin. Piştre, Dozgeriya Tatwanê der barê serlêdanê de biryara 'neşopandinê' da. Ji ber ku 20 sal derbas bûn, dihat xwestin ku doz têkeve ber demboriyê. Em ê dengê xwe bilind bikin da ku kesên berpirsiyar ên doza Necmî Çaçan demıldest werin darizandin û cezayê pêwîst wergirin.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.







