Çalakvanên sivîl û siyasî pişgiriya xwe ji bo xwepêşanderan nîşan dan
- 13:47 3 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 17 çalakvanên sivîl û siyasî, şoreşa sivîl a gelê Îranê wekî îfadeya îradeya wan a ji bo hilweşandina rejîmê bi nav kirin û ragihandin ku piştgiriya xwepêşandanên li seranserê welat dikin û li kêleka gel in.
Xwepêşandanên li seranserî Îranê didomin, her ku xwepêşandan li dehan bajaran belav dibin, pevçûnên tund û pêla girtinan zêde dibin. Li gel tundî û girtinên berdewam, her ku diçe piştgirî û piştevaniya ji bo xwepêşanderan li welat û dervey welat jî berfireh dibe.
Di heman çarçoveyê de 17 çalakvanên civaka sivîl û siyasî, têkildarî xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek belavkirin û piştevaniya xwe ji bo xwepêşanderan nîşan dan.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îran di xaleke werçerxek diyarker de ye û piştî dehsalan ji îsrafkirina çavkaniyên neteweyî û polîtîkayên ezeztî û îflasê, Îran bi enflasyon, xizanî, bêîstîqrarî, gendelî û neheqiyê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê rewş bûye amûrek ji bo tepeserkirin û heqaretkirina civakê.”
Çalakvanan di heman daxuyaniyê de bal kişandin ser berdewamiya xwepêşandanên li kolanan û şoreşa mezin a parastina sivîl a gelê Îranê wekî îfadeya îradeya neteweyî ji bo hilweşandina hikûmeta Îranê pênase kirin. Her wiha destnîşankrin ku careke din, kolan bûne meydanek ji bo îfafdekirina vê daxwaza civakî.
Di daxuyaniya çalakvanan de hêzên ewlehiyê yên Îranê hatin hişyarkirin ku pabendî berpirsiyariya xwe ya rastîn a parastina jiyan û ewlehiya welatiyan bibin û ji pêkanîna fermanên tepeserkirin, rûbirûbûna gel û rijandina xwîna welatiyên bêparastin dûr bisekinin.
Her wiha tekezî hat kirin ku her tundiyek li dijî gel wekî "beşdarbûna rasterast di sûcekî de" tê hesibandin ku dê di bîra dîrokî ya Îranê de were tomar kirin û wiha hate gotin: “Bi piştgiriya xwepêşandanên seranserî welat, tekezî li ser mafê gelê Îranê yê azadî, edalet û serweriyê dike. Emê heta dawiyê li kêleka gel bisekinîn da ku mafên xwe yên wekî jiyaneke bi rûmet, azadî, edalet, rûmeta mirovan û mafê çarenûsî bi dest bixin.”
Di dawiyê de çalakvanên civaka sivîl û siyasî, şoreşa sivîl a gelê Îranê wekî îfadeya îradeya wan a ji bo hilweşandina rejîmê bi nav kirin û ragihandin ku piştgiriya xwepêşandanên li seranserê welat dikin û li kêleka gel in.







