ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2026'AN

  • 09:00 3 Çile 2026
  • Rojev
* Mûçeyê herî kêm ê nû hatiye ragihandin, ku ji xeta xizaniyê kêmtir e, bandorek kûr li ser raya giştî kiriye û bûye sedema nerazîbûnê. Welatî dibêjin ku ev zêdebûn têrê nake, ew nikarin hewcedariyên xwe yên herî bingehîn jî bicîh bînin. DÎMEN HEYE 
 
*Pakîze Nayir a ku bi gotinên têkoşer koça dawî kir, piştî 10 salan jî gotina wê ya, "Heke îro dengê me neyê bihîstin, dibe ku sibehê pir dereng be" têkoşînê ronî dike.
 
*Kuştina jinan, şîdeta cinsî ya li dijî zarokan, zêdebûna amarên şîdetê û nîqaşên li ser pêvajoya aştiyê… Van sernavan di sala borî de cih girtin; lêbelê, zimanê ku tê bikar anîn pir caran şîdetê vedişart, normalîze dikir û ji çarçoveya wê ya siyasî vediqetand, li şûna ku wê eşkere bike. Zimanê medyayê di sala borî de têgihîştinek dewletparêz û serdestiya mêran hilberand li şûna ku rastiya civakî nîşan bide. MEDYA KRÎTÎK-PANORAMA 
 
*Her çend di doza Gulistan Dokû de, ku şeş sal in winda ye, ti pêşveçûn çênebûye jî, hewlên veşartina bûyerê berdewam in. Hat hînbûn ku dozgerê nû hemû dîmenên kamerayên ewlehiyê yên roja ku Gulistan Doku li bajêr winda bûye, dinirxîne.
 
*Suzan Memedoglu Aksoy a ji ÎHD’yê bal kişand ser 11’emîn Pakêta Darazê û got: “Rojda Yakişikli ji aliyê Okay Gur ve hat kuştin. Ev mînakeke berbiçav e. Divê civak li dijî pakêtê têbikoşe.” DÎMEN HEYE