Li Agirî civîna 'Aştî û Civaka Demokratîk'
- 15:28 16 Kanûn 2025
- Rojane
AGIRÎ - Di çarçoveya "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" de li Agiriyê bi beşdariya bi sedan kesî civîneke gel hat lidarxistin.
Platforma Saziyên Demokratîk, bi tevlibûna Veysî Aktaş ê ji Girtîgeha Îmraliyê tehliye bibû, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez,li Agiriyê civîna “Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist.
Di civînê de ku bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk hate lidarxistin, hate ragihandin ku referansa bingehîn a pêvajoyê Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye nivîsandin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulistan Sonuk li civînê axivî û diyar kir ku manîfesto nexşerêya pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. Ji bo avakirina civaka demokratîk jî işaret bi berpirsyariya civakî kir. Gulistan Sonuk anî ziman ku di bingeha pirsgirêkên civakî de têkiliyên jin-mêr heye û destnîşan kir ku çareseriya mayinde bi azadiya jinê dibe.
Gulistan Sonuk işaret bi girîngiya avakirina komun û meclîsan kir ku jin û ciwan lê xwedî îrade ne û got, "Rêber Apo qala entegrebûna li komara demokratîk dike, ne komara heyî. Rêber Apo bi salan e hewl dide pirsgirêka Kurd li ser zemîna demokratîk çareser bike. Di pêvajoya aştiyê ya beriya niha de hin gav hatibin avêtin jî mayinde nebûn. Divê em vê pêvajoyê weke firsendekê bibînin û xwe bi rêxistin bikin."
Veysî Aktaş ê ji Girtîgeha Îmraliyê hate berdan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez jî beşdarî civînê bûn. Civînê li çapemeniyê girtî dewam kir.







