Mîhrîcana Fîlman a Amedê di rojan 6’emîn de ye
- 20:44 12 Kanûn 2025
- Rojane
AMED - Mîhrîcana Fîlman a Amedê ya 3’emîn di roja 6’emîn de ye û 18 fîlm hat nîşandan. Temaşevan û derhêneran piştî fîlman gotûbêj kirin.
Di navbera 7 û 14’ê Kanûnê de Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzetoriya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê tê lidarxistin. Festîval di roja 6emîn de bi coş berdewam kiriye. Di roja 6emîn de 20 fîlm hat nîşandan.
Di bernameya rojê de belgefîlmên Semîha Yildiz ya “Cûdiyê Miradan”, ya Nalin Acar “Taş ve Su”, ya Zelal Sadak “Aşefçiler, Ruyalar, Otlar”, ya Berivan Bagi “Pîra Zekî” û Evindar Tokur “Kapı” cih girtin. Her wiha nîşan dan bi fîlmên Jean-Claude Barney ê “Fanon” û David Oelhoffen yê “The Fourth Wall” bidawî bû.
Mîhrîcan sibê wê bi bernameyên cuda bidome.







