Li Cizîrê hevdîtina gel:Divê em bi komun û meclîsên xwe xurt bibin
- 19:57 12 Kanûn 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Di civîna gel a li Cizîrê hat lidarxistin de wiha hate gotin: “Divê em xwe rêxistin bikin, bi komun û meclîsên xwe xurt bibin. Ev civînên me ji bo em hîn bêtir xurt bibin derfete.
Platforma Saziyên Demokratîk(DEKUP) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi tevlibûna bi sedan kesî Civîna Aştî û Civaka Demokratîk hat lidarxistin.Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk got ku armanca civînan ji bo çawaniya pêşxistina pêvajoyê ye û wiha axivî: “Em ê çawa bikaribin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş bêxin armanca civînên me yên bi gel re ev in. Em dixwazin gelê me bi awayekî aşkere hest û nêrînên xwe bîne ziman.
‘Ev pêvajo du alî dimeşe aliyek wê Abdullah Ocalan e’
Gulistan Sonuk diyar kir ku Tevgera Azadiyê bajar bi bajar ji bo niqaşkirina pêvajoyê digere û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em weke Tevgera Azadiyê bajar bi bajar nîqaşa pêvajoyê dikin. Ev pêvajo du alî ye, eliyek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û aliyê din dewlet e. Di aliyê Tevgera Azadiyê de her mirovek ê vê axê dikare xwe têxe parçeyek ê vê pêvajoyê û her wiha di vî warî de dikare bibe parçeyek civaka demokratîk. Tişta ku dikare ser milê me parastina cehwerî ye, parastina cewherî jî sazkirina komun û xwerêxistinkirin e. Yek ji armanca van civînan jî ew e ku em ê çawa bikaribin di rewşa îroyîn de xwe rêxistin bikin. Di vê pêvajoyê de çembera derdora rêxistinkirina me firehtir bûye û divê li gor van şert û mercan em tevbigerin.”
Pirsgirêkên civakî bi diyalogê çareser dibin
Gulistan Sonuk di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo serkeftina pêvajoyê hewceyî bi aştiyek navxweyî heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo îro em qala aştiyek nava neteweyan bike divê destpêkê em aştiya di nava civaka xwe de ava bikin. Heya em aştiya navxweyî saz nekin em ê nekarin bi awayek serkeftî bi neteweyek din re jî aştiyê pêk bînin. Divê têkiliyên me yên di navbera civaka me de demokratîk bin. Em ê hemû pirsgirêkên xwe bi dan û stendinê an go bi diyalogê çareser bikin.”
Piştî axaftina Gulistan Sonuk civîn bi awayek ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Di berdewama civînê de Veysî Aktaş û Mazlûm Dînç li ser pêvajoyê nirxandin kir.
Piştî nêrîn û nirxandinên welatiyan civîn bi dawî bû.







