Daneyên nexweşxaneyê: Buyerên tecawizê ji sedî 30 li nav malê pêk tên

  • 12:28 12 Kanûn 2025
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî lêkolînek ku li nexweşxaneyek li Herêma Marmarayê hatiye kirin, zarokek ji ber tecawizê ducanî maye. Hejmara giştî ya zarokên ku ji ber tecawizê ducanî mane derket çaran. Her wiha, li 8 zarokan jî bi gûmana ducanîbûnê teşîs hat kirin.  Hat diyarkirin ku ji %29.8’ê tecawizan di nav malbatê de pêk hatine.
 
Lêkolîn, bi sernavê "Lêkolîna Encamên Muayeneya Dadwerî ya li ser Qurbaniyên êtîşs zayendî ya Zarokan" di Nîsana 2025’an de hatiye weşandin. Akademîsyenan di nav salekê de li navendeke çavdêriya zarokan a li nexweşxaneyek li Herêma Marmarayê 121 dozên tecawizê lêkolîn kirine. Di nava  12 mehan de di lêkolîna hatiye kirin de, ji 121 kesên ku bi îdiayên tecawizê serî li navendê dane, 108 keç û 13 kur bûn. Ji van 121 kesan 26 zarokên temenê wan din av  2-12 salî  de bûn.
 
Ji sedî 33.9’ê zarokan ji 6 mehan zêdetir li bendê man ku tecawizê ragihînin, lê ji sedî 17.4 di navbera 1 û 6 mehan de bûyer ragihandine. Rêjeya kesên ku di nav 48 demjimêrên pêşîn de ragihandine jî ji sedî  17.4 bû. Ji sedî 30 endamên malbatê bûn.