Li Êlihê meşa 'budçeyê': Em ê ji şer û rantê re bibêjin 'Na'

  • 14:16 12 Kanûn 2025
  • Ked/Aborî
 
ÊLIH - Di meşa DEM Partiyê ya ber bi Enqereyê ve Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari li rawestgeha Êlihê axivî û got: "Di roja dawî ya budçeya desthilatdariyê de em ê ji budçeya şer û rantê re bibêjin na."
 
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), bi daxwaza edaletê ji çar baskan ve bi dirûşma “Budçeya bo ked û aştiyê” ber bi Enqereyê ve dimeşe. Meşa ku li Parka Yilmaz Guney hat lidarxistin, ber bi Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê bidawî bû. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxsitinên civakî beşdarî meşê bûn. Di meşê de dovîzên “Ne budçeya ji bo şer, serma û faîzê, ji bo kedkar, ciwan û jinan”, “nan, aştî û azadî”, “li dijî şer budçeya ji bo ked û aştiyê” hatin hilgirtin.
 
Beriya meşê li Parka Yilmaz Guney daxuyanî hat dayîn. Tulay Hatîmogûllari ya ku li vir axivî, diyar kir ku dê meşa xwe li Enqereyê bidawî bikin û dê daxwazin her kesê ji bo Meclisê ragihînin. Tulay Hatîmogullari, di axaftina xwe de ev tişt got: “Civînên budçeyê didomin, a rast divê daxwazên budçeyê ji bo ciwan, jin, xizan, kedkaran be û dê daxwazên me li ser vî esasî be. Em ji bo nan û aştiyê budçeyê dixwazin. Em wek DEM Partî, li her qadî, li parlamentoyê bi vê dirûşmê tevdigerin. Civînên 40 roj in ji bo budçeyê didomin, me hemû daxwazin wan ji wan ragihand. Pişniyarpirsên me bi dengên AKP-MHP’ê ve hate redkirin. Deshilat aku dibêje ez mafê kedkaran diparêzim, plandayîna budçeyê li gorî berjewendiyên sermayedar û şer veqetandiye.”
 
Tulay Hatîmogûllari, siyasetmedar û kedakarên ku li Êlihê jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û wiha pê de çû: “Krîza ku Tirkiye di nav de mînakên wê kêm in. Welatî nikarin kirêya xanî bidin. Teqawidbûyî nikarin goşt bibin mala xwe. Her kes bi deynan ve dijÎn. Welatiyên me deyn bi deyn ve didin. Kî kêmtirîn mûçe diyar dike? Patron û destilat. Sînorê birçîbûnê 36 hezar, yê xizaniyê 90 hezar derbas kiriye 26 hezar çawa dibe kêmtirîn mûçe?”
 
Tulay Hatîmogûlari bal kişand ser polîtîkayên qeyûm û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek DEM Partî, bi hişmendiya rêveberiya xwecihî dixwazin li dijî xizaniyê têbikoşin. Li Êlihê ku xizanî û bêkarî zêde ye, qeyûm hat tayînkirin. Mafê hilbijartinê yê Êlihê hat bibpêkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê tavilê qeyûmên hatine tayînkirin bên vekişandin. Ev yek  ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û îradeya rêveberiya pêwîst û di nava daxwazên me yên sereke de ye. Bila desthilat jî Enqere jî bibîhîze. Em dixwazin budçeya aştiyê bê çêkirin.”
 
Tulay Hatîmogûllari, qala pêvajoya aştiyê kir û got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk a rêzdar Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê pir girîng û dîrokî ye. Ne ji bo şer, ji bo aştiyê budçe. Li gorî me ji bo avakirina aştî û demokrasiyê budçe girîng e. Budçe ne tenê pere ye, budçe rêvebirina demokratîk a welateî ye. Budçe hişmendiya rêvebirinê ye. Mafê perwerdehiya Kurdan bi zimanê dayikê ye.  Em ji bo budçeya şer û rantparêziyê bibêjin na. Serketin.”
 
Piştî axaftinê nameyên kedkarên ji bo li Enqereyê pêşkêşî Meclisê bê kirin, radestî Tulay Hatîmogûllari hat kirin.
 
Piştre meş hat destpêkirin. Di meşê de bi domdarî dirûşma “nan, aştî azadî” hat berzkirin. Meş li pêşberî avahiya DEM Partiyê ya Êlihê bidawî bû. Bi dirûşme û bi tilîliyan koma kê dê beşdarî meşa Enqereyê bibin hatin rêwîkirin.