ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
- 09:00 11 Kanûn 2025
- Rojev
*Parêzer Eren Keskîn balkişand ser polîtîka bêcezahiştinê û got: “Heta polîtîkayên ewlehî zextxwir radîkal hebin wê tundiya li ser jinan bidome. Ji ber vê jî hewce bi çareseriyên aştiyane heye. Ji ber vê divê jin xwedî li pêvajoyê derkevin.” DÎMEN HEYE
*Akademîsyena Aştiyê Yildiz Onen diyar kir ku ji serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya li Îranê re gelê Kurd pêşengiyê dike û got: “Gelê Kurd li Rojhilata Navîn jî nûnerên berxwedanê ne.” DÎMEN HEYE
*Mehtap Işik a OHD’î binpêkirinên mafan ên girtî dijîn vegot û balkişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên tîpên çal û got: “Pêvajoya aştiyê tê axaftin lê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li dijî rihê pêvajoyê ye.” DÎMEN HEYE
*Rahîme Gungurur a ku 10 sa le bi sewalkariyê re mijûl dibe diyar dike ku bi şîrê ku deh sal berê difirotin hemû lêçûnên xwe digirtin û got: “Şîr erzan ji me digirin. Li marketan lîtreya wî 50 lîra ye lê ji me bi 15 lîra digirin. Ez pir kedê didim. Diwestim lê yên nawestin ji me zêdetir qezenc dikin.” DÎMEN HEYE
*Seroka Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Îtalyayê Laura Boldrînî da zanîn ku divê saziyên navnetweyî piştgiriyeke aktîf bidin pêvajoya aştiyê û wiha anî ziman: “Ji bo razemeniya aştiyê derfetek dîrokî afirî. Durxistina jinan a ji pêvajoyên aştiyê jî şaşiyek mezin e.” DÎMEN HEYE
*Hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin diyar kir ku qeyûm destkeftiyên jinan hedef girtiye û herî dawî jî destûra reglê bêyî hincet betal kiriye. Bîrsen Orhan got qeyûm tu xizmetê nake, pirsgirêkan giran dike. DÎMEN HEYE
*Dayikên Aştiyê, israra xwe ya ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dubare kirin û gotin, "Bi mijûlkirinê aştî pêk nayê; rêberê me 27 sal in di girtîgehê de ye, divê niha serbest berdin." DÎMEN HEYE







