Li Beyrûtê konferansa li ser tundiya li ser jinan

  • 21:48 26 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku beşdarî konferansa  di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Beyrûtê hate lidarxistin bû, bi tecrubeyên xwe tevkarî li nîqaşên bi sernavên ji tundiya malbatî heta tundiya siyasî kir.
 
Şandeyek jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komeleya  Newroz ya Çandî li Lubnanê tevlî konferansa "Hevgirtina Jinan - Hêzek ji bo Jiholêrakirina Tundî û Cudakariya li dijî Jin û Keçan" bû, ku ji hêla Platforma Jinan a Lubnanê ve bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hate lidarxistin.
 
Li ser çar mijaran nîqaş
 
Di konferansê de 4 mijarên li ser sîstemên tundiyê li Lubnanê hatin gotûbêjkirin.Di rûniştina 1’emîn de li ser tundiya malbat û civakê hat nîqaşkirin, bi giranî li ser mekanîzmayên parastin û piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî bû.Di rûniştina 2’emîn de tundiya li ser bingeha zayendî bandorên teqîna li Beyrûtê li ser jinan hate nîqaşkirin.Rûniştina 3’emîn tundiya siyasî hat gotûbêjkirin, tê de ezmûnên jinan hatin pêşkêşkirin. Di rûniştina 4’emîn de tundiya li dijî rêxistin û komeleyan hate nîqaşkirin, bal hat kişandin ser hewldanên sînordarkirina wan û rêbazên berxwedanê û avakirina torên sivîl.
 
Di komxebata li ser tundiya siyasî de, endama Meclisa Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fewza Yûsif li ser ezmûna jinên Kurd di nav şandeya danûstandinan de bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re axivî.
 
Fewza Yûsif piştrast kir ku hebûna jinan li ser maseya danûstandinan ne hûrgiliyek e, lê belê faktorek bingehîn e ku ewlehî û mafên civakî bi hev ve girêdide. Fewza Yûsif destnîşan kir ku tiştê ku jin di siyasetê de pê re rû bi rû dimînin nîşana hişmendiyek e ku hewl dide jinan ji qada giştî dûr bixe, lê ezmûna Kurdan îspat kiriye ku israra jinan li ser beşdarbûnê danûstandinan vediguherîne qadeke têkoşîna siyasî.
 
Her wiha li ser tundiya li dijî komele û rêxistinan, seroka Komîteya Jinan a Komeleya Newroz ya Çandî, Newroz Osman, teqez kir ku tundiya li dijî rêxistinan ji tundiya li dijî kesan ne kêmtir e.Newroz Osman anî ziman ku rêxistinên civaka sivîl ên jinan li Lubnanê rastî êrîşan tê ku hewl didin dengê wan biçewisînin, ji ber ku ew bandorek siyasî û civakî çêdikin.
 
Newroz Osman diyar kir ku Komeleya Newrozê bawer dike ku avakirina hevpeymaniyan bersiva herî xurt e li hember her tundûtûjiyek rêxistinkirî, û berxwedana komeleyan gava yekem e ber bi şikandina pergala cudakariyê ve.