Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê

  • 11:36 24 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê îro bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. 
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê hatiye avakirin dê îro bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Di şandeya komîsyonê de Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz û ji AKP’ê Huseyîn Yaman cih digirin. Li bendê ye ku komîsyon di nava çendek saetan de bi helîkopterê biçe Îmraliyê.  
 
Di hevdîtinê de dê şandeya komîsyonê li Abdullah Ocalan guhdarî bike. Girtekên hevdîtinê dê 10 salan veşarî bên girtin. Tê payin ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de sedemên derketina PKK’ê, tifaqa Tirk-Kurdan, hewldanên aştiyê, pêşniyarên çareseriyê û pêvaoya çêkirina zagonan nirxandinan bike. 
 
Komîsyonê, nîqaşên têkildarî çûna Îmraliyê ku demekî dirêj bû dihatin kirin, di civîna 18’emîn de bi dawî kir. Di dengdana 21’ê Mijdarê de jî bi piraniya dengan biryar hate dayin ku şandeyek biçe serdana Abdullah Ocalan. 
 
Di dengdanê de endamên DEM Partî, AKP, MHP, EMEP û TÎP’ê dengê “erê” dan. 
 
CHP’ê got ku dê endamên xwe nede şandeyê û bêyî deng bide civîn terikand. Piştî CHP’ê, partiyên Koma Yenî Yolê jî ragihandin ku dê endamên xwe neşînin Îmraliyê.