Jinan li dijî tundiyê pedal zîvirand

  • 15:46 23 Mijdar 2025
  • Rojane
 
AMED – Koma Biskilêtan a Jinan bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji Parka Koşuyolûyê ya navçeya Rezanê heya Qada Şêx Seîd biskilêt ajotin û gotin: “Em ê bi hev re tundiya li ser jinan rawestînin.”
 
Koma Biskilêtan a Jinan û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de ji Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê heya Qada Şêx Seîd pedal zîvirandin. Hevseroka Şaredariya bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, endamên Koma Biskilêtan a Jinan, nunerên jin yên saziyên sivîl û gelek jin tev li çalakiyê bûn, biskilêtên xwe xemilandin û pedal zîvirandin.
 
Jinan biskilêtên xwe bi nivîsa “Gotina Me Neqediya” xemilandin û êlekên  li ser “Ji bo jiyaneke azad û bê tundî gotina me neqediya, em ê tundiyê bi hev re rawestînin” hatiye nivîsandin li xwe kirin. Çalakvanan ji Parka Koşuyoluyê heya Qada Şêx Seîd bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin” berz kirin. Gelek welatî bi çepik û tilîliyan piştgirî dan çalakgeran.
 
Çalakî bi gihiştina Qada Şêx Seîd bi dawî bû.