Jinên Şengalî li dijî tundiya mêr rêyên çareseriyê nîqaş kirin
- 12:39 23 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ ji bo nirxandina rêyên çareseriyê ya li dijî zextên civakî, xwekuştinan û tundiya mêr, li Digûrê semînerek lidar xist.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo hişyarkirina jinan li dijî tundiya mêr, rêyên xweparastin û têkoşîna li dijî tundiyê bi boneya 25’ê Mijdarê semînerek li komelgeha Digûrê ya Şengalê ji bo jinan da.
Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji hemû şehîdên têkoşîna azadiya jinan destpê kir.
Semîner ji aliyê Endama Kordînasyona TAJÊ Ferîde Şengalî ve hate dayîn. Ferîde Şengalî destpêkê, derbarê çima 25’ê Mijdarê bûye roja têkoşîna jinan a li dijî tundiya mêr û dewletê agahiyên dîrokî da jinan. Paşê jî behsa sedema kuştin û xwekuştinên jinan ên li Şengalê kir.
Ferîde Şengalî pêngava TAJÊ ya 30’ê Cotmehê ya bi dirûşmeya ‘‘Xwe nekuje, her xwekuştinek fermaneke’’ jî bibîrxist û got: “Em ê weke TAJÊ li dijî kuştin û xwekuştinan têkoşîneke xurt bidin û li ber rabin. Xwekuştin dide nîşandan ku xeteriyeke mezin li hemberî jinan heye. Divê em li hember vê yekê bisekinin. Zehmetî çi dibin bila bibin, divê em weke jin li hember bisekinin û xwe nekujin. Jinên li Şengalê rûbirûyê zehmetiyên mezin tên ku beşek çavkaniya xwe ji mêr digire û beşek jî çavkaniya xwe ji siyaseta li ser Şengalê tê meşandin digire. Jin ji ber gelek tengav dibe, serî li xwekuştinê dide, lê em dibêjin xwekuştin ne çareseriye. Xwekuştin ferman e û fermanê li me nû dike. Divê jin li beramber zehmetî û zextan xwe bihêz bikin. Ji ber hem zextên mêr û hem jî yên malbatê li ser jinê hene. Tundiya li ser jinê ne tenê fizikiye, hem fizîkî hem jî derûniye. Piştî fermanê pirsgirêkên derûnî di jinên ciwan û giştî jinan de çêbûye. Ev tundî hem ji hêla mêr ve, hem jî dewletê ve tê meşandin. Jin dixwazin vê derûniyê derbas bikin û derkevin, lê mêr astengiyê jêre derdixe. Mêr dibêje, ger jin derkeve derve nikare kareke baş bike, wê tiştê şaş bikin. Piraniya mêran wisa difikirin. Lê em dibêjin, eger jin derbikevin derve û xwe di warê fikrî de ava bikin, wê tu carî tiştekî şaş nekin.’’
Ferîde Şengalî bal kişand ser zewaca di temenê biçûk de û reva ciwanan a bihevre jî û got: “Bêyî ku ciwan ji xwe fam bikin, ji hezkirin û evînê fam bikin dizewicin (bihevre direvin), paşê di demeke kurt de dibin xwedî zarok. Ne dikarin xwe ne jî zarokên xwe xwedî bikin. Em dixwazin weke TAJÊ dawî li vê zewaca di temenê biçûk de bînin. Dîsa di temenekî pir biçûk de keçik fêrî vexwarina meşrûb, kişandina cixare û nargîleyê dibin. Ev jî xeteriyek li ser jinê çêdike. Em vêya weke azadiyê nabînin, berovajî weke xeteriyê dibînin. Dîsa bikaranîna teknîkê (telefon) jî bandoreke neyînî li ser keçan çêdike û ruhê wan tune dike. Em dixwazin ciwanên me biçin dibistanê û dibistana xwe temam bikin. Heya xwe perwerde nekin, wê nekarin xwe ava bikin.’’
Jinên tevlî semînerê bûn jî beşdarê nîqaşên li ser mijarê bûn, nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê têkoşîna dijî tundiyê û rêyên çareseriyê anîn ziman.
Dayê Zozan Simo ya tevlî semînerê bû, da zanîn ku dema Êzidî bi awayeke komîn jiyan dikirin û di çiya de dijiyan, herambû keçik beriya 20 saliyê were zewicandin û got: ‘‘Lê piştî destê derve yê dijmin kete nava me, herkesî di nava mala wê de heps kir, ji civakbûnê qut kir. Jin jî di nava malê de heps bû. Niha jî jin di nava malê de tenê bi telefona xwe re dijî. Jin nikarin li beramber tundî û tehdîtên mêran rabin. Di temeneke biçûk de li beramber tehdîtan qebûl dikin bizewicin. Beriya 25 salan tu jineke Êzidî xwe nedikuşt. Çima niha xwe dikujin!’’
Beşdareke din a semînerê Xezal Reşo jî diyar kir ku jin rûbirûyê gelek cûreyên tundiyê tên û got: ‘‘Divê em di van semîneran de li ser rêyên çareseriyê yên ji bo pêşî lê girtina tundiyê rawestin. Divê em wisa bikin ku jin bibin xwedî îrade û bi îradeya xwe bikare pêşî li tundiyê bigire. Divê jin bigihije wê astê ku desthilatdariya li ser xwe qebûl neke. Rê nadin jin pêşve biçin û li her devera cîhanê tundî li ser jinê heye. Lê dema jin perwerde dibe û xwe pêş dixe, di warê fikrî de ji mêr baştir pêş dikeve, dikare baştir kar rêve bibe. Jin di her qadê de bêhtir dikare rêveberina kar bike. Divê em bi taybet li ser rêyên çareseriyê rawestin. Divê xebatên hişyarkirin û perwerdeyê li nava civakê zêde bikin.’’







