Di dosyaya Rojîn Kabaîş de pêşketinek din: Dê DNA'yan bidin ber hev

  • 09:49 15 Mijdar 2025
  • Rojane
Oznûr Deger
 
WAN - Li gorî rapora pêvek a ATK’ê ya têkildarî Rojîn Kabaîşê de teqez bû ku 2 DNA’yên li ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin ne vegirtine. Derbarê mijarê de parêzer Zeynep Demîr axivî û got: "Salek kişand ku tenê ji 134 kesan DNA hat berhevkirin. Ev yek di dozê de îhmalkariyeke cidî nîşan dide."
 
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ku 27’ê Îlona 2024’an ji wargehê derket û carek din venegeriya 18 roj şûnde di 15’ê Cotmehê de cenazeyê wê li Peravê Molakasim hat dîtin. Piştî cenaze hat dîtin di rapora ji ATK’a Stenbolê hat de hat gotin ‘daneyê destdirêjiyê nehatine dîtin’ û salek şûnde di 10’ê Cotmehê de ji heman saziyê rapor hat û got li ser bedena Rojînê DNA’ya aydê du mêran hatine dîtin û yek li ser sînga wê ya din li vajînaya wê hatiye testpîtkirin. 
 
Pirsên têkildarî DNA’yên du zilaman ên di rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) de hatibûn tespîtkirin hêj nehtine bersivandin. Hat zanîn ku rapora pêvek a baroyên Amed û Wanê, parêzerên malbata Rojîn Kabaîşê û Wezareta Dadê ji ATK’ê xwestibû jî li dosyayê hate zêdekirin. Di rapora pêvek çendek dem berê hatibû şandin de teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin ne vegirtine. 
 
Parêzer Zeynep Demîr ku di Lijneya Rêveber a Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê de ye û ji destpêkê ve dosyaya Rojîn Kabaîş dişopîne, pêşketinên dawî yên di dosyayê de nirxand.
 
Rapor piştî salek şûnde hat
 
Zeynep Demîr, diyar kir ku rapora ku aidê 10'ê Cotmehê bû piştî salek şûnde gihaşt ber dest û wiha bi lêv kir: "Di raporê de du nimûneyên DNA yên cuda yên li ser laşê Rojînê wekî yên mêrekî hatin destnîşankirin, lê nehat diyarkirin ku ev nimûneyên DNA ji kîjan beşa laşê Rojînê ne. Me li ser vê yekê li dijî ATKê giliyê sûc kir. Paşê, di 10'ê Cotmehê de, raporek ku van cihan destnîşan dike hat wergirtin. Lêbelê, raporê li ser bingeha daneyên zanistî tu biryarek nedaye ka gelo ev DNA bi îhtîmaleke mezin vegirtî ye an jî yên gumanbaran in."
 
Rapor hatin amadekirin
 
Parêzer Zeynep Demîr, daxuyand ku rapora 5'emîn Lîjneya Îhtîsasê û rapora Daîreya Îhtîsas a Bîyolojiyê gihaşt ber dest û wiha axivî: "5'emîn Lîjneya Îhtîsasê rapora Daîreya Îhtîsas a Bîyolojiyê esas girt û raporeke berfireh amadekir. Cenazeya Rojînê roja ku hat dîtin heta anîne otopsiyê ji 134 kesan nimûneyên DNA'yê hatin girtin. Ev yek îhtîmala vegirtinê pûç kir. Ji ber vê sedemê divê niha şûnde 2 DNA'yên ku heyî aîdê kî ne bên tespîtkirin. Girtina DNA'ya 134 kesan salek girt. Ev yek îhmalkariyê radixe ber çavan. Niha şûnde divê DNA'yên gumanbaran bên girtin."
 
Ji welatên Ewropî piştgiriya teknîkî
 
Zeynep Demîr, di nav salekî de gelek caran serî li ATK'ê dane û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di 13'yê Cotmehê de bi bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş serî li serdozgeriyê dane û hevdîtinek pêk anîne. Serdozgeriya ku nû hatî tayînkirin, da zanîn ku xebateke pir hûr û kûr bike, dê pêşveçûna dozê ji nêz ve bişopîne û hemû xebat dê bi tevahî biqede. Wî diyar kir ku hewl tê dayîn ku telefon ji Spanyayê re were şandin, Wezareta Dadê jî li Spanyayê ye û xebat li ser vê mijarê berdewam dike. Wî her wiha got ku piştî ku name temam bibin, telefon dê ji Spanyayê re were şandin. Wî her wiha got ku telefon hîn jî li Tirkiyeyê ye, lê sepanên teknolojîk ên heyî yên li Tirkiyeyê hîn têrê nakin ku telefonê vekin û ji ber vê yekê ew ê ji welatên Ewropî piştgiriya teknîkî bixwazin."