Kongreya 22'yemîn a ÎHD'ê dest pê kir
- 11:32 15 Mijdar 2025
- Rojane
ENQERE - Kongreya Giştî ya 22yemîn a ÎHD'ê dest pê kir. Kongre wê 2 rojan bidome û sibê ji bo hevserok û rêveberiyê nû hilbijartin bê kirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Kongreya Asayî ya 22'yemîn li dar dixe. Kongre li Eywana Yilmaz Guney a Şeredariya Çankayayê tê lidarxistin.
Hevserokên Giştî yên ÎHD Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê yê Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, endam û rêveberên ÎHD'ê û gelek kes tev li kongreyê bûn. Her wiha endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî beşdar bûn.
Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Kongre ango lîjne wê du rojan bidome. Îro dê axaftin û nîqaş û pêşniyarî bên kirin û sibê jî dê rêveberiya nû were hilbijartin.







