Neslîhan Şedal: Wê komunên jinan bên avakirin
- 09:02 15 Mijdar 2025
- Rojane
Oznur Deger
WAN - Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal der barê bajarê jinan de axivî û da zanîn ku bajarê jinan gava radîkalbûna demokrasiyê ye û wiha got: “Bajarên azadixwaz a jinan, pêvajoyeke polîtÎk ya ku ji pirsgirêkan re çareseriyê dibîne ye û hîyerarşî tuneye, îdeolojiya zayendperestiyê û serdestiyê tuneye.”
Demokratîkbûna rêveberiyên herêmî ji çareserkirina zîhniyeta mêr derbas dibe û bajarên jin yên ji nûve tên avakirin jî ji jinan re qada azadiyê pêşkêş dike. Şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî, biryar girtin ku Amed, Nisêbîn, Gever, Artemêt û Cizîrê bikin bajarê jinan.
Hevseroka Yekitiya Şaredariya Başurê Rojhilatê Antalyayê (GABB) û hevşaredara bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal bajarê jinan vegot.
Neslîhan Şedal da zanîn ku bajarê jinan cihê ku polîtÎkayên azad lê tên afirandin, jin dikarin gotina xwe bêjine û got: “Bajarê jinan cihê ku jin bi rengê xwe di mekanîzmayan de aktîf cih digirene. Rastiya wê ya dîrokî jî heye. Di ciwakbûna ewil de jinan ji civakan re pêşengî dikin. Jin hêza pêşneg bûn. Rastiyek polîtîk mijara gotinê bû.”
Rastiya dîrokî
Neslîhan Şedal wiha dirêjî dayê: Em bi rastiyeke ku pergal jiyana azad a jinan hedef digire re rû bi rû ne. Yê îro jiyana civakî tengezar kiriye jî heman zîhniyete. Em vê ji mîtolojî û dîrokê jî dibînin. Mîtolojî nîşanê me dide ku cihên jiyana jinê tê tunekirin. Birêz Abdullah Ocalan di vê nokteyê de her tim nirxandian dike.”
‘Bajarên azadixwaz ên jinan tên çi wateyê?’
Neslîhan Şedal di berdewamiyê de wiha vegot: “Bajarê jinan tê çi wateyê? Rastiya dîrokî mijara gotinê ye û em îro bi em bi avkairina bajarê jinan çi armanc dikin? Bajarên azadixwaz a jinan, pêvajoyeke polîtÎk ya ku ji pirsgirêkan re çareseriyê dibîne ye û hîyerarşî tuneye, îdeolojiya zayendperestiyê û serdestiyê tuneye.Em li dijî cihên ku zîhniya mêr afirandiye cihên azadixwaz a jinê dikin jiyanê.”
‘Bajarê jinan gava radîkalbûna demokrasiyê ye’
Neslîhan Şedal diyar kir ku ew bajarê jinan wek gaveke radîkalbûna demokrasiyê dibînin û ji bo hemû bajarna bikin bajarê jinan xebatan dimeşînin û wiha got: “Esasa têkoşîna me jî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinane. Polîtîkayek qirkirinê ya cidî heye. Çanda mêr li her derê dimeşe. Ji ber vê jî em hewl didin qadên azad ava bikin.”
‘Wê komunê jinan bê avakirin’
Neslîhan Şendal destnîşan kir ku navendên jiyanê ya jinan, navendên piştevaniya jinan, pirtûkxaneyên berhemên jinan, navendÊn jinan, koperatîk û qadê jinan vekirin û wiha domand: “Me bi baldarî ev qad vekirin û em bi taybet li ser ziman, pir çandî, bawerî sekinin. Em li 5 herêmên pîlot tên cem hev û em ê li ser bajarên jinan bisekinin. Em ê komunên jinan ava bikin. Wê ji bo veguherîna civakî akademî bên avakirin. Demokrasiyeke bê jinan ne pêkane. Li her dera ku jin îrade bin wê demokrasî jî bikeve jiyanê.”







