Li Kolnê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşa mezin

  • 19:46 8 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Koln ê Elmanyayê meş û mîtînga mezin di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku hat lidarxistin, berdewam dike.
 
Kurdistanî û dostên wan ên ji welatên cuda yên Ewropayê û gelek bajarên Elmanyayê serê sibê gihîştin Deutzer Werftê, posterên mezin ên Rêber Apo vekirin û daxwaza azadiyê qîriyan. Pankartên bi zimanên cuda “Ji Rêber Apo re azadî“ hatin hilgirtin û jin, ciwan û gel bi gerandina govendê û dirûşmeyan coşek mezin afirandin.
 
Li kêleka çem meş
 
Piştre li kêleka Çemê Renê dest bi meşê kirin. Meşa ku bi pêşengiya jinan dest pê kir, pankarta mezin "Dawî li tecrîd û êşkenceyê bînin, bila bêhiqûqî bi dawî bibe û Rêber Apo azad bibe” vekirin. Meşvanan wêneyên mezin ên Rêber Apo, dovîzên ”Înkar bi dawî bû, niha dora azadiyê ye”, flamayên YPG û alên neteweyî hilgirtin.
 
Di meşê de, timî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin Jiyan Azadî" û "Ciwan fedaiyê Apo ne" hatin berzkirin. Meşa ku di kolanên Kolnê û li kêleka Çemê Renê berdewam kir, bi coş û beşdariyek qelebalix bal kişand.
 
Di meşa ku saetekê berdewam kir de Kurdistaniyên cilên neteweyî li xwe kiribûn û bi al, pankartên hilgirtin bala gelên derdorê kişandin ser xwe. Piştî meşê, girse vegeriya qada Deutzer Werft a ku wê mîtîng lê were lidarxistin.
 
Qada mîtîngê bi polsterên Abdullah Ocalan hat xemilandin
 
Qada mîtîngê bi posterên mezin û wêneyên Rêber Apo hat xemilandin. Hevserokên KCDK-E Zubeyde Zumrut û Engîn Sever, Hevseroka KNKê Zeyneb Murad, Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir, siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, Berpirsa Têkiliyên Derve ya Die Linke Cansû Ozdemîr, parlamentera Kolnê Lea Reisner, komên enternasyonalîst, nûnerên Platforma Aştiyê ya Ewropayê û pêkhateyên Yekîtiya Hêzên Demokratîk jî beşdarî mitîngê bûn.
 
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan û xwendina sirûda Ey Reqîb dest pê kir. Piştre Hevserokê KCDK-E Engîn Sever û ji TJK-E’ê Ayten Kaplan derketin ser dikê û girseyê silav kirin.
 
‘Em ê pêvajoyê bi azadiya Rêber Ocalan bi encam bikin’
 
Hevserokê KCDK-E Engîn Sever di axaftina xwe de bi bîr xist ku Rêber Apo 27 sal in bi komployeke navneteweyî dîl tê girtin û diyar kir ku gelê Kurd 27 sal in ji bo nasname, rûmet û azadiya xwe li dijî vê komployê li ber xwe dide.
 
Sever bal kişand ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û got, "Ev bang li nava gelê Kurd û hemû saziyên Kurd ên li Ewropayê deng veda. Ev meşa îro xwedîderketina şênber e. Ev banga me ji bo dewletên Ewropayê ye: Gelê Kurd aştî, demokrasî û azadiyê dixwaze. Divê dewletên Ewropayê berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin û piştgiriyê bidin pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin. Em ê vê pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo bi encam bikin.”
 
Nûnera TJK-E Ayten Kaplan bi zimanê Elmanî bang li raya giştî ya Ewropayê kir û daxwaza piştgirîkirina daxwaza aştî û azadiyê ya gelê Kurd kir.
 
‘Azadiya Ocalan misogerkirina aştiya Rojhilata Navên e’
 
Li ser navê Platforma Kurevî siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle axivî. Dîcle behsa armanc û aliyê navneteweyî yê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” kir. Dîcle diyar kir ku kampanya bi nêzîkatiyek enternasyonalîst teşe girtiye û got, "Îro cîhan bi krîzek kurewî re rû bi rû ye. Bandorên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn xweza û civakan ji holê radike. Perspektîfa Rêber Apo ji bo derbaskirina van krîzan rêyek nû pêşkêşî mirovahiyê dike."
 
Dîcle anî ziman ku "Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê" ya ku bi banga Rêber Apo destpê kir ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo pêşeroja hevpar a gelên Rojhilata Navîn e.
 
Dîcle wiha berdewam kir: "Azadiya Rêber Apo êdî daxwaza herî bingehîn a gelê Kurd e" û got, "Azadiya wî misogeriya jiyana bi hev re ya aştiyane ya Kurd, Tirk û hemû gelan e."