'Ji bo serketina pêvajoyê divê birêz Ocalan bi fîzîkî azad bibe'
- 16:02 8 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementera DEM Partiyê Newroz Uysal û Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç li Silêmaniyê di civînek çapemeniyê de gotin: “Niha em di pêvajoyek giring de derbas dibin, her pêngavek were avêtin giringiyek xwe ya taybet heye. Ji bo pêvajo bigihe encamê divê birêz Ocalan bi awayek fîzîkî azad bibe û bikare rasterast tevlî pêvajoyê bibe.”
Di saetên sibehê de li salona Ramada ya li Silêmaniyê bi dirûşma "Piştî salek pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ber bi kuve diçe?" dest pê kir. Piştî lidarxistina panela yekem, Parlementera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal, Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Parêzerê Buroya Asrinê Mazlum Dînç têkildarî pêvajoya aştî û civaka demokratîk û pêşhatên girêdayî wê, civîneke çapemeniyê lidarxist.
Di despêkê de Parlementer Newroz Uysal axivî û da diyarkirin ku niha di navbera dewleta Tirk û Kurdan de pêvajoyek giring heye û got: “Ev pêvajo ji bo siberoja gelê Kurd, gelê Tirk û tevayî Rojhilata Navîn bandorek xwe ya mezin heye. Ji bona wê her kar û pêngavek di vê çarçoveyê de bê kirin giringî û meznahiyek xwe heye.”
Newroz Uysal di dewamê de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 27 sal in bê rawestan ji bo gelê Kurd û gelên herêmê têkoşîn dike û got: “Lê tecrîd berdewame û ji bo vê çendê sinordarkirina serdan û hevdîtinên li gel birêz Ocalan wek rêgiriyek li pêş pêvajoyê tê dîtin. Ev jî di demek de ye ku banga birêz Ocalan ya di 27’ê Sibatê de ta 26’ê Cotmehê de rêgiriyek berçav a li şer û rûbirûbûna çekdarî girtiye û bingehê yasayî û siyasî amade kiriye.”
Parlementer Newroz Uysal da diyarkirin ku niha pêvajo ketiye di qonaxa xwe ya duyem de û pêngavên ku werin avêtin jî ji bo pêşketina pêvajoyê giringin. Uysal got: “Pêwîste dewlet bi rêya komîsyonê erkê xwe bicih bîne û astengiyan derbaske.”
Newroz Uysal di derbarê egera serdana komîsyona parlementoyê ya Abdullah Ocalan de jî got: “Heta niha komîsyonê ti biryarek ji bo serdana Îmraliyê nedaye. Em li bendê ne vê heftiyê komîsyon bi erka xwe rabe, civîna xwe pêkbîne û piştre jî serdana birêz Ocalan bike. Piştî wê jî wê rasterast lihevkirinên li ser bingehê despêkirina qonaxa duyem bipêşkevin.”
Di derbarê pirsa nûçegihanê ajansa me ya li ser erk û rola DEM Partî ya di vê pêvajoyê de jî Newroz Uysal got: “Xebatên DEM Partiyê cûr bi cûrin, bi rûniştin û serdanên ji bo Îmraliyê, hevdîtinên li gel rayedarên dewletê, aliyên siyasî û beşên cûda yên civakê re. Em wek DEM Partî mîna AKP’ê û MHP’ê li vê mijarê temaşe nakin. Ev mijareke siyasiye û pêwîstî bi tevayî partiyên siyasî û beşên civakê heye ku têde rola wan hebe. Di vê çarçoveyê de hevdîtin û civînên DEM Partî yên li ser pêvajoyê berdewamin ka çi pêwîste bê kirin, çi pêngav werin avêtin, erk û rol çawan bên dabeşkirin. Di vê çarçoveyê de di nava vê salê de nêzî 4 hezar hevdîtin pêkhatine, ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiye û dervey Tirkiyeyê jî ev hevdîtin pêkhatine.”
Di heman daxuyaniyê de li ser pirsa mafê hêviyê ku ji aliyê welatên Ewropayê ve biryar li ser hatiye dayîn, lê heta niha nehatiye pêkanîn û dema ji bo Tirkiye hatî diyarkirin, Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç axivî û wiha got: “Mafê Hêviyê biryara Yekîtiya Ewropayê ye. Divê were bi cih anîn. 11 salin ev biryar hatiye dayîn. Li aliyê din biryara Konseya Ewropayê ye. Ji ber ku her sê mehan carekê kom dibin û rênimayên nû derdixin, mafê hêviyê dixin rojeva xwe û ji bo bi cih anînê dem didin Tirkiyeyê. Herî dawiyê heta meha Hezîranê dem dan Tirkiye ku ji pêkanîna wê YE’yê agahdar bike.”
Mazlûm Dînç destnîşan kir ku ev biryar piştî banga Bahçelî ya ku bi fermî li Parlamentoya Tirkiyeyê kirî kete rojevê ku banga pêvajoya aştiyê li Rêber Apo kir. Dînç axaftina xwe wiha domand: “Ji bo ku pêvajo berdewam bike û bi ser bikeve, divê Birêz Ocalan bi awayekî pratîkî rola xwe bilîze û ji nêz ve beşdarî pêvajoyê bibe. Ji bo vê yekê, divê mafê hêviyê rasterast ji bo Birêz Ocalan were bicîhanîn û divê ew bi awayekî fizîkî azad bibe. Bicîhanîna mafê hêviyê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê wê wateyê ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavên rasterast avêtiye. Her çend divê azadiya Birêz Ocalan di warê siyasî de divê ji aliyê yasayî ve bi awayekî cidî were çareserkirin.”
Dîdara ‘Piştî salekê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ber bi kuve diçe?’ piştî navberekê wê bi panela duyem berdewam bike.







