Komîsyon dê di nav 15 rojan de serdana Îmraliyê bike

  • 16:54 5 Mijdar 2025
  • Ramyarî
ENQERE - Tê payîn ku mijara "çûna Îmraliyê" di civîna sibê ya komîsyonê de di rojeva komîsyonê de be. Ger lihevkirinek çêbibe, şandeyek ji endamên komîsyonê dikare di nav 15 rojan de biçe Îmraliyê.
 
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş dê îro li Meclîsê bi cîgirên serokên komên partiyên siyasî yên di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xuşk -Biratî û Demokrasiyê de bicive. Tê payîn ku mijarên têkildarî rojeva civîna komîsyonê ya sibê werin nîqaşkirin.
 
Yek ji mijarên herî berbiçav ên di rojeva komîsyonê ya vê hefteyê de dê "çûna Îmraliyê" be. Tê payîn ku pêşniyara serdana şandeyek ji endamên komîsyonê ya Girava Îmraliyê di civîna 17emîn a komîsyonê de ku ji bo roja Pêncşemê hatiye plankirin, di rojevê de be. Tê gotin ku eger lihevkirinek çêbibe, şande dikare di nav 15 rojan de serdanê bike.