Malbata Abdullah Ocalan: Berxwedana wî hêz da me
- 10:15 4 Mijdar 2025
 - Rojane
 
	Gulîstan Gulmuş-Evîn Çîftçî
	RIHA –  Endamên malbatê yên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn, diyar kirin ku "Berxwedana wî moralê me bilind kiriye." Her wiha daxwaza xwe ya ji bo hevdîtina zêdetir bi Abdullah Öcalan re anîn ziman û gotin, "Em azadiya fîzîkî ya Rêber û hemû girtiyan dixwazin."
	Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 31'ê Cotmehê de bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî. Bi daxuyaniyekê  ku ji hêla Buroya Hiqûqê ya Asrınê ve bi rêya hesabê xwe yê X  weşand, hate gotin ku endamên malbatê Fatma Ocalan, Berfîn Ocalan, Alî Ocalan û Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re çûne Girava Îmraliyê.
	Endamên malbatê Fatma Ocalan û Berfîn Ocalan ji JINNEWS re li ser hevdîtinê axivîn.
	Fatma Ocalan piştî 11 salan serdana birayê xwe Abdullah Ocalan kir û hestên xwe parve kir. Fatma Ocalan got, "Min digot qey ez êdî nikarim Rêber bibînim, lê ez çûm û min ew dît. Şikir ji Xwedê re, ew baş bû û silavên xwe ji her kesî re şand. Wî ez hembêz kirim û destê xwe danî ser milê min. Moralê wî bilind bû. Ew ne pîr bû, ew ji me baştir bû, û me ew baş dît. Wî bi me re wêneyek kişand. Elî, Omer û Berfîn jî çûn. Em çar kes bi hev re çûn hundir. Serok got, 'Bila Fatma bi min re were,' ez jî çûm. Dema ku em axivîn, ez heyecan bûm. Di serdana berê de, ji ber pirsgirêkên tenduristiya min nehiştin ez têkevim hundir, digotin ku ez dikarim zehmetiyan çêbikim.Ger ku disa gazî bike dikarim biçim 3 saran min hembez kir."
	'Wî ez pir kêfxweş kirim'  
	Berfîn Ocalan, yek ji endamên malbatê ku beşdarî hevdîtinê bû,  wiha got: "Me hevdîtin kir û atmosferek cûda bû. Mın ji ber ku cara yekem wî dît pir kêfxweş bûm. Moralê wî pir baş bû û ji hêla fîzîkî ve jî pir baş bû. Me saetek û nîvek hevdîtin kir; wî saetek bi Kurdî, paşê nîv saet bi Tirkî bi me re axivî. Di vê demê de, ew bi piranî bi dapîra min Fatma re axivî û  li ser bîranînên zarokatiyê axivî. Ew her tim dikeniya, ku moral û hêzek zêdetir dida me. Wî ji min re got ku ez ê nirxên malbatê biparêzim û dilsoz bimînim. Wî pênûsek wek diyariyek da min ku ez pir kêfxweş kirim. Bi rastî jî atmosferek pir cûda bû."
	'Em azadiya fîzîkî ya Rêber û hemû girtiyan dixwazin' 
	Berfîn Ocalan, diyar kir ku ew dixwazin gelek caran bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bikin û got: "Em azadiya fîzîkî ya Rêber û hemû girtiyan dixwazin. sekna wi ya berxwedêr  û moralê wî yê bilind moralê me bilind kir. Wî silav ji her kesê ku li  wî dipirsî re şand û ji gel re jî.."
	'Ew pir kêfxweş bû bi hatina meşvanên azadiyê ku hatin Amarayê'
	Berfîn Ocalan diyar kir ku meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve di navbera 1 û 7'ê Cotmehê de ji Amed heta Enqerê bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" hatiye organîzekirin, Abdullah Öcalan pir kêfxweş kiriye û got "Ew pir kêfxweş bû ku meşvanên azadiyê di navbera 1 û 7'ê Cotmehê de hatin Amarayê û wî ev yek anî ziman. 'Bi taybetî jî kêfxweş bû ku hevalên jin ev çalakî organîze kirine. Dema ku wî ev yek vegot, ew her tim dikeniya." 

				
				
				
				
				





