Li Sûrê êrîşa li hemberî jînan hat şermezarkirin
- 13:05 4 Mijdar 2025
 - Rojane
 
	AMED - Platforma Saziyên Demokratîk derbarê dagirkirina malê û şîdeta li ser sê jinan de daxuyanî da û got, "Di van rojên ku avakirina civakeke demokratîk tê nîqaşkirin de, her nêzîkatiyek ku şêwazên jiyanê, bawerî û nasname, maf û azadiyên mirovan hedef digire nayê qebûlkirin."
	Platforma Saziyên Demokratîk derbarê êrîşa li ser mala sê jinan li taxa Dabanoglu ya Sûra Amedê ji aliyê nêzîkî 20 kesên bi cupe û bi rîhên dirêj ve pêk hat, daxuyanî da. Daxuyanî li ber Mizgefta Nebî ya navçeyê hat dayîn û endamên platformê û gelek kesên din beşdar bûn. Girseya ku tevli daxuyaniyê bû dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Ne ji jinan re ji kujeran re barîkat" berz kir.
	'Bibin parêzvanê hişmendiya xwe ya qirêj'
	Hevseroka DEM Partiyê  Bajêrê Amedê Gulşen Ozer, bal kişand ser êrîşê û got, "Bi hişmendiya DAIŞ'ê êrîşî sê hevalên me yên jin kirin û li wan dan. Sûr xwedî bîreke xurt e. Li Amed, li Sûrê, hemû şaristanî bi hezaran salan bi hev re dijîn. Her nijad, her beşek ji civakê bi hev re dijîn. Kesî destwerdan li jiyana kesekî din nekiriye. Ev êrîş nayê qebûlkirin. Ev di kîjan bîrdozî, ol, nijad, an pirtûkê de heye? Ew ji derve tên û van hovîtiyan di bin maskeya olê de dikin, lê di olê de cihê wan tune ye. Divê kes nebe parêzvanê exlaqê; divê ew bibin parêzvanê hişmendiya xwe ya qirêj."
	'Tu nêzîkatî nayê qebûlkirin'
	Piştre, Hevseroka Bajarê Amedê ya DBP'ê Ruçem Vefa Elyakut li ser navê jinan daxuyanî xwend. Ruçem Vefa Elyakut, diyar kir ku ew êrîşê şermezar dikin û got, "Di van rojan de ku behsa avakirina civakek demokratîk tê kirin, her nêzîkatiyek ku şêwaz, bawerî û nasname, maf û azadiyên mirovan hedef digire nayê qebûlkirin."
	'Em ê bi awayekî çalak beşdarî têkoşînê bibin'
	Rûçem Vefa Elyakut, tekez kir ku cih, statu û beşdariya jinan di jiyana civaka Kurd de mînakek kêm e li cîhanê û got, "Em ê nehêlin ku em bi zanebûn ji aliyê polîtîkayên şerê taybet û hişmendiya mêrsalar ve werin hedefgirtin ku bi salan e berdewam dike. Wekî ku TJA duh di çarçoveyêa çalakiyên  25'ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinan ragihand, em xwedî îdia û îradeya ku li dora nirxên demokratîk ji bo jiyanek bê tundî ji nû ve li hev bicivin in. Em dixwazin diyar bikin ku em ê bi awayekî çalak beşdarî têkoşîna li dijî hemû nêzîkatiyên ku tundiya civakî, bi taybetî ya li dijî jinan bibin."
	Çalakî piştî xwendina daxuyaniyê bi dawî bû.

				
				
				
				
				





