ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2025'AN

  • 09:00 31 Cotmeh 2025
  • Rojev
 
*Jin tenê wek alava şoreşê dîtin, kêmasiyeke ku têkoşîna azadbûna jinê li plana dawî dihêle ye. Ev rewş, derdixe holê ku nêrîna Lenîn a der barê jinê de bi nasnameya çînî û civakî ya demî çawa bi teşe bûye. Bi Aleksandra Kollontay ku ew jî yek ji pêşenga şoreşa Cotmehê bû re, heman fikrî naparêze. Kollantay, diyar dike ku jin ne tenê di alî aborî de divê alî hestî û çandî de jî azad bin. Lenîn van daxwazan zêde dibîne. Di esasa pevçûna îdeolojîk a navbera Kollontay û Lenîn de zîhniyta mêr a ji jinan re dibêje ‘zêde pêşde neçin’ heye. JINEOLOJΠ
 
*Hevberdevka KCKD-E'yê Zubeyde Zumrut ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya Kolnê bang kir û got: “Heta Rêber Apo azad nebe wê ev mijar dirêj bibe. Divê azadiya fîzîkî pêk bê. Ji bo pergala Îmraliyê bi giştî ji holê rabe em ê têbikoşin.” DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Altin Guneş der barê gava krîtîk a Tevgera Azadiya Kurd avêtiye de axivî û got: “Gavên mezin tên avêtin. Li hember vê rayedarên dewletê ji bo serkeftina pêvajoyê gavan bavêjin, niyeta xwe nîşan bidin û civakê di vî alî de kanalîze bike.” BI DÎMEN 
 
*Ji Kongra Star  Semîre Ahmed derbarê rizgarkirina Kobanî ya berî bi 11 salan de got, "Kobanî neket ji ber ku xwîn ji çar perçeyên Kurdistanê li vir hat rijandin. Ev cih bi saya keda şehîdan û felsefeya Rêber Apo hat rizgarkirin." DÎMEN HEYE