 
				NY: Ji serê salê ve li Îranê hezar û 200 kes hatine darvekirin
- 14:30 31 Cotmeh 2025
- Rojane
	NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Lêpirsînê ya têkildarî Îranê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku li Îranê piştî şerê meha Hezîranê yê li gel Îsraîlê zext zêde bûne.
	Seroka Komîsyonê Sara Hossain di daxuyaniya xwe roja Pêncşemê ya di Desteya Giştî ya NY’ê de got: “Me dît ku ji meha Adarê ve ye di mijara mafê mirovan de xirabiyeke nû rû dide.”
	Li gorî Sara Hossainê di dema şerê 12 rojan ê navbera Îran û Îsraîlê de 21.000 kes hatine girtin. Di navbera kesên ku hatine girtin de parêzer, mafparêz, rojnamevan û welatiyên ku li ser medyaya civakî hin tişt parve kirine, hene.
	Her wiha Komîsyona NY’ê diyar kir ku zextên li ser kêmaniyên etnîkî û olî bi hinceta ‘’ewlehiya neteweyî’’ zêde bûne û di rapora xwe de destnîşan kir ku hikûmet bi awayekî sîstematîk kartên rojnemavanan ên SIM’ê betal kirine. Komîsyonê da zanîn ku gefên li ser rojnamevanên derveyî Îranê jî zêde bûne û li heft welatan gef li zêdetirî 45 rojnamevanan hatiye xwarin.
	Komîsyonê rewşa heyî bi çewisandina protestoyên ku di sala 2022’yan de bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî dest pê kirine re beramber kir û ev yek weke ‘’perçeyekî meyla zextê ya berdewam’’ pênase kir.
	Darvekirin zêde bûn
	Her wiha Sara Hossainê diyar kir ku li Îranê hejmara darvekirinan gelekî zêde bûye û got: “Li gorî agahiyên pêbawer, ji serê salê heya niha zêdetirî 1.200 kes hatine darvekirin. Ji sala 2015’an ve ye ev hejmara herî zêde ye.”
	Komîsyonê, êrîşên hewayî yên li ser Girtîgeha Evîn a li Tehranê jî lêkolîn kirin. Li gorî daneyên destpêkê, bînayên sivîlan hatine hedefgirtin û ev bi zanebûnî hatine kirin.
	Her wiha hate diyarkirin ku Îranê piştî êrîşan ji bo parastina girtiyan tedbîrên hewce nestandine.
				
 
				 
				 
				 
				 
				





