Li Êlihê peyama gel: Ji Rêber Ocalan re azadî

  • 12:27 12 Cotmeh 2025
  • Rojane

    

 
ÊLIH -  Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di mitînga “Azadiyê” ya Êlihê de axivî û got ku weke komîsyon dê di demekî nêz de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got: “Ev, mitînga birêz Ocalan e. Em azadiya wî dixwazin.”             
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê bi dirûşma “Civaka Demokratîk û Azadî” mitîngê li dar dixe. Ji 7 salî heta 70’ê salî bi hezaran kes herikîn qada mitîngê ya Xaçerêya Dortyolê. Di mitîngê de pankarta “Me hebûna xwe bi dest xist em ê ji bo azadiyê têbikoşin” hate hilgirtin. Ciwan jî bi pankarta “Ciwanen welatparêz ber bi rojê ve” û “Rêbertiya azad civaka azad” têketin qada mitîngê. Yekitiya Xwendekarên Êlihê (BATOB) jî bi pankarta “Azadiya jinan û gelen azadiya fîzîkî ya Rebertiye” di mitîngê de cih girtin. 
 
Di mitîngê de her wiha dovîzên “Pewistiya me bi aştiyê heye”, “Pêşiya siyaseta demokratîk vekin”, “Bijî yekitiya gelan” û “Ji nasnameya Kurdî re statû” hatin hilgirtin. Her wiha gel bi flamayên kesk, sor û zer û cilûbergên Kurdî tev li mitîngê bû. Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî govend hate gerandin û dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan htin hilgirtin. 
 
 
Dema Komîteya Amadekar a Mitîngê bangî gel dikir, welatiyan dirûşma “Êlih bi we serbilind e” berz kir. Semra Guneş li ser navê komîteya amadekar axivî û got: “Dem dema aştiyê, dema azadiya birêz Ocalan e. Heta ku avakerê vê pêvajoyê birêz Ocalan azad nebe aştî dê nebe. Aştî, girêdayî azadiya birêz Ocalan e. Azadiya Ocalan, azadiya gel e.” Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
 
Piştre jî gel li ber kemançeyê govend gerand. 
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş di mitîngê de diyar kir ku tevî zilm û zordariyê jî gelê Kurd ev her tim ji bo aştiyê li ser pêya bû û got: “Berxwedan û têkoşîna tu caran bi dawî nebûn. Em heta vê pêvajoyê hatin. Birêz Ocalan ji salên 90’î heta niha vê sekna xwe ya ji bo aştiyê nîşan dide.” Meral Daniş Beştaşê bal kişand ser banga 27’ê Sibatê û got: “Sekna wî li Rojhilata Navîn û cîhanê deng veda. Lê heta niha jî li djî vê bangê tu gaveke şênber nehatiye avêtin.”
 
Meral Daniş Beştaş bal kişand ser komîsyona li Meclisê hatiye avakirin û got ku divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Meral Daniş Beştaşê, got: “Heta niha neçûne lê di demekî nêz de em ê biçin û gotinên wî parve bikin.” Meral Daniş Beştaşê got ku bingeha aştiyê girêdayî Abdullah Ocalan e û got: “Divê bingeha vê pêvajoyê hiqûq be. Lewma divê di nava du hefteyan de xebatên darazî dest pê bikin. Serxistina vê pêvajoyê di destê me de ye. Niha bi hezaran girtiyên siyasî hene. Qeyûm hêj hene. Girîng e ku di vê pêvajoyê de zimanê Kurdî bê naskirin, azadî û mafên Kurdan bên misogerkirin. Têkoşîna me ji bo vê ye. Meseleya Kurdî meseleya hiqûqê ye. Divê hiqûq nas bike, ji bilî vê tu rêyên din nînin. Bi ragirtina aktorê sereke ya vê meseleyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, bi hevdîtinên sînordar re hûn ê nekarin meseleyê çareser bikin. Lewma divê deriyên Girava Îmraliyê bên vekirin.” 
 
 
Meral Daniş Beştaş got ku azadiya Abdullah Ocalan daxwaza bi milyonan kesa ye û wiha bi dawî kir: “Hûn nikarin bi heqaretkirina nirxên Kurdan xwişk-biratiyê ava bikin. Xwişk-biratî bi wekheviyê dibe. Yên behsa hesasiyetên gel dike ka bila li Êlihê binêrin. Ev mitîng, mitînga azadiya birêz Ocalan e. Em azadiya wî dixwazin. Em naxwazin vê meseleyê ji dema pêş re bihêlin. Divê fikr û hesasetiyên me jî mîna yên Kayserî, Enqere, Stenbolê ber çavan bên girtin. Çareserî, naskirina ziman û çanda Kurdan e.” 
 
 
'Em di wê qonaxê de ne ku em ê aştî û azadiyê biparêzin'
 
Çigdem Kiliçgun Uçar, tekez kir ku muxatabê sereke yê Pêvajoya Aştî û Demokratîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha domand: "Heta ku tecrîda li ser Îmraliyê neyê rakirin û mafê hêviyê neyê bicîhanîn, têkoşîna me ya bi qanûnê re dê qels be. Kurd li dora paradîgmaya Birêz Ocalan dibin yek. Silav ji Îmraliyê re, silav ji Êlihê re. Wekî jin, me ragihand, 'Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin.' Ji ber ku em dizanin heta ku deriyên Îmraliyê neyên vekirin, ev pêvajoya dîrokî bi çareseriyek dawî pêk nayê. Wan dixwest Girava Îmraliyê veguherînin giravek şer, wan dixwestin wê bikin navenda pirsgirêka neçareserkirî ya Kurd. Lê çi qewimî? Ji Îmraliyê dengê aştiyê derket. Em di wê qonaxê de ne ku em ê aştî û azadiyê biparêzin"
 
Piştî axaftinan mîtîng bi konsera Xêro Ebas bi dawî bû.