
Mihrîcana Çand û Hunerê ya Nisêbînê dest pê kir
- 09:35 12 Cotmeh 2025
- Çand û Huner
MÊRDÎN - Mihrîcana Çand û Hunerê ya ji hêla Şaredariya Nisêbînê ve tê lidarxistin, bi tevlibûna hezaran kesan dest pê kir. Di axaftinan de beşdaran bal kişand ser “Pêvajoya Civaka Demokratîk” û biryardariya di têkoşînê de vegotin.
Mihrîcana Çand û Hunerê ya ji hêla Şaredariya Nisêbîn a Mêrdînê ve tê lidarxistin ku dê 4 rojan bidome, şevê din bi konsera hunermend Suavî dest pê kir. Konser, li Qada Newrozê hat lidarxistin û bi hezaran kes tev li bûn. Hevşaredarên Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan û Selahattîn Ay beriya konserê axivîn.
Hevşaredar Selahattîn Ay, diyar kir ku ew bi mihrîcanan dixwazin xwedî li çand û hunera xwe derkevin. Bi domdarî Ay banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Em ê bi hev re xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”
Hevşaredar Gulbîn Şahîn Daghan jî diyar kir ku li Nisêbînê zêdetirî 9 sal bûn bi navê çand û hunerê tu çalakî nehatine kirin û got: “Şaredariya Nisêbînê ya heta niha di bin xespa qeyûm de bû, bi navê çand û hunerê tu gavek nehate avêtin. Navenda Çandê ya Mîtaniyê hatibû bêkêrkirin. Em ê ji vir şûn de jî bi xebatên xwe çanda xwe bidin jiyîn.” Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Nîhat Gokalp jî got ku ew rojên dîrokî dijîn û anî ziman ku Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd bûye nefesek. Gokalp, diyar kir ku ew ê xwedî li pêvajoyê derkevin û têkoşîna xwe bidomînin.
Piştî axaftinan, Suavî derket ser dikê.