
Zaroka xwe winda kir lê hêviya aştiyê winda nekir
- 09:02 12 Cotmeh 2025
- Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
ÎZMÎR- Dayikên ku êşên jiyane vedibêjin, hêviya xwe winda nakin û piştgiriyek mezin didin pêvajoyê. Dayikên ku zarokên xwe winda kirine piştî wan têkoşîna xwe meşandine û mînakên mezin a berxwedan û wêrekiyê ne. Nazdar Îldenîz ku li gel êşa xwe têkoşînê didomîne wiha got: “Em li pişta Abdullah Ocalan in. Em li pişta şehîdên xwe ne. Serê me jî biçe em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”
Jinên Kurd ku hêviya xwe ya ji bo aştiyê tu car winda nekirin, tevî hemû êş û zextan dibêjin ‘em aştiyê dixwazin.’ Dayika Leyla Îldenîz a YJA-Starê (Berxwedan Amara) ku di 2022’an de li Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, Nazdar Îldezîn yek ji van dayikan e. Nazdar Îldenîz tevî hemû tiştên hatine jiyîn dest ji têkoşîna aştiyê bernade.
Malbata Leyla Îldenîz 30 sal berê koçî Îzmîrê dike û Leyla Îldenîz li Îzmîrê tê dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Îzmîrê temam dike. Ji ber nêrînên siyasî zext lê tê kirin. Leyla Îldenîz serî natewîne û tevli xebatên têkoşîna azadiya kurd didbe. Di pîrozbahiyên Newrozê de tê binçavkirin. 8 mehan girtî dimîne û tê berdan. Piştî vê tevli PKK’ê dibe. Di 25’ê Nîsana 2022’an de li Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide.
Dayika Leyla Îldenîz, Nazdar Îldenîz axivî û got divê aştî demildest pêk bê.
‘Ez ne ji dewletê ne ji ji kesekî din ditirsim’
Nazdar Îldenîz wiha anî ziman: “Sekna keça min her tim xurt bû. Dema dibistan dixwend tevî hemû zextan têkoşîna xwe dimeşand. Mamosteyên wê digotin bi siyasetê re eleqeder dibe. Ez çûm cem midûr. Min got ‘ew ciwanek Kurd e zextan lê nekin.’ Got ‘Leyla der barê Abdullah Ocalan de diaxive’. Min jî got ev ne sûc e. Leylayê dixwest bixwîne lê piştî zextan dest ji dibistanê berda. Xebat meşand. Bajar bi bajar geriya. Di Newrozê de hat girtin. 8 mehan girtî ma.”
‘Ez vê îxanetê li keça xwe nakim’
Nazadar Îldenîz di berdewamiyê de diyar kir ku piştî keça wê tevli PKK’ê bûye gelek caran hatiye nerehet kirin û ev tişt bi lêv kir: “Digotin ‘Leyla li ku ye?’ Digotin 'tu zanî tu nabêjî'. Min jî digot dewlet evqas zextê bike wê kî bisekine. Gotin ‘biçe Amedê dayik li wirin. Zarokên wan vegeriyane’. Min got ez vê îxanetê li keça xw enakim. 6 sal derbas bû. Me agahiya şehadeta wê girt.”
‘Ji bo Kurdistanê xwe feda kir’
Nazdar îldenîz dema cenaze girtiye dirûşmeya ‘şehîd namirin, Leyla namire’ berz kiriye û wiha domand: “Polîs hat got ‘keça xwe bigire û biçe ev ji bo te derfte, ev derfet nakeve destê kesên din. Tu diçî biçe an jî em cenazeyê nadin te...’Me cenaze girt me xwest em li Îzmîrê defin bikin lê hevalên wê xwestin em bibin Wanê. Min got ez çawa bihêlim biçim. Wan jî got ‘Ji bo axa Kurdistanê xwe feda kir, bila li vir be.’ Me cenaze bir Wanê. Polîs hatin cem me. Êrîş kirin. Berê çekan dan me. Ev êşek mezin bû. Lê têkoşîna tê dayîn hîn mezintire. Em aştiyê dixwazin. Em li pişta Abdullah Ocalanin. Em li pişta şehîdên xwe ne. Serê me jî biçe em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”