Ji bo meşa azadiya fizîkî a Abdullah Ocalan, bang

  • 12:58 24 Hezîran 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo tevlîbûna meşa azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dê sibehê li bajarê Qamişloyê were lidarxistin, bangewazî hate kirin.
 
Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li avahiya Meclisa Gel a Bajarê Qamişloyê bi amadebûna endamên her du însiyatîfan daxuyaniyek dan.
 
Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Silêman Ehmed û bi zimanê Kurdî ji aliyê Endama Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo û Hevseroka Meclisa Gel a Bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û ji bo ku banga xwe bighînin raya giştî dengê xwe bighînin cîhanê, ew ê sibe (25`ê Hezîranê) bi daxwaza “Azadî ji bo Rêber Apo” meşeke girseyî li bajarê Qamişlo li dar bixin.
 
Di daxuyaniyê de ji bo tevlîbûna meşê bang li xelkê herêmê, endamên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser a Demokratîk û rûspiyan hate kirin.
 
Meş saet 18:00`an ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê dike.