Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Edaletê bi dawî bû

  • 18:44 24 Hezîran 2025
  • Ramyarî
ENQERE- Hevdîtina Serokwekîlên Koma DEM Partiyê bi Wezîrê Edeletê yê Tirk Yilmaz Tunç re bi dawî bû. Di hevdîtinê de rêyên çareseriyê yên têkildarî pirsgirêkên girtîgehan hatin nîqaşkirin.
 
Hevdîtina Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî li Wezareta Edaletê bi wezîr Yilmaz Tunç re bi dawî bû. Di hevdîtina satek dewam kir de Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî cih girt.
 
‘Me pirsgirêka girtîgehan anî ziman’
 
Sezaî Temellî piştî hevdîtinê daxuyanî da û wiha got: “Ji bo me hevdîtinekî pir girîg bû. Ji ber pêkanînên li girtîgehan gelek pirsgirêkên cidî hene. Me van pirsgirêkan anî ser ziman. Me derbarê van pirsgirêkan de bi hev şêwirîn û hem jî lêgerînên çareseriyê anîn ser ziman. Em hêvî dikin ku wezaret xebatên pêwîst ên di vê mijarê de tavile bike û çareseriyê ji pirsgirkên ji ber pêkanînan derdikevin re bibîne. Çarçoveya hevdîtinê me ev bû. Me destnîşan kir ku pêwsîtiya çareseriyê lezgîn e. Ew bi xwe jî got ku ev di vê mijarê de dixebitin. Ev pirsgirêk ji van re tên ragihandin. Got ku ew di ferqa vê de ne. Me jî xwest ku ev mijar bêyî ku were derengxistin bibe rojev. Girtiyên nexweş têkoşîna jiyanê didin. Yê sereke girtiyên nexweş in, lê ji ber pêkanînê me pêkanînên ku hemû girtiyan digre nava xwe anî ser ziman.”