Darizandina kesên ku beşdarî merasîma cenazeyê Aysel Dogan bûn hate lidarxistin

  • 14:28 20 Hezîran 2025
  • Hiqûq
 
DÊRSIM - Yekem rûniştina doza 49 kesên ku ji ber beşdarbûna merasîma cenazeyê siyasetmedara Kurd Aysel Dogan li Dêrsimê dihatin darizandin, hate lidarxistin. Dadgehê rûniştin ji bo demek din paşxist.
 
Darizandina yekem a doza ku li dijî 49 kesan bi hinceta "binpêkirina Qanûna Civîn û Xwepêşandanan" ji ber beşdarbûna merasîma cenazeyê siyasetmedara Kurd Aysel Dogan, ku di 11’ê Gulana 2022’an de li Almanya wefat kir û di 14’ê Gulanê de li Dêrsimê hate veşartin, hate vekirin, li Dadgeha Cezayê Ya Yekem a Dêrsimê hate lidarxistin. Îbrahîm Kasun û Nûnerê SMFê Mustafa Aytaç di parastina xwe de jî diyar kirin ku
 
'Merasîma cenazeyê meşek nîne'
 
Parêzer Kenan Çetin destnîşan kir ku polîsan hewl dane cenazeyê Aysel Dogan birevînin û got, "Merasîma cenazeyê civîn, xwepêşandan an meşek nîne. Ji bo Waliyê Dêrsimê neqanûnî ye ku li ser roja cenazeyê sînordar bike. Divê ev doz nehata vekirin. Em beraeta muwekîlên xwe dixwazin."
 
Dadgehê danişîn taloqî 17’ê Cotmehê kir.