Ji bo rojnameger Rabîa Onver biryara ne şopandinê

  • 12:08 23 Hezîran 2025
  • Hiqûq
 
COLEMÊRG - Derbarê nûçegihana me Rabîa Onver ku ji ber nûçeya xwe ya li ser belavbûna fuhûş û bikaranîna madeyên hişberê ya li Colemêrgê de doz hatibû vekirin, bi biryara bê şopandinê hat dayîn. 
 
Dozgeriya Komarê ya Colemêrgê li dijî nûçegihana me Rabîa Onver bi tohmeta "belavkirina agahiyên şaş bi eşkereyî" ji ber nûçeya wê ya li ser belavbûna fuhûş û bikaranîna madeyên hişber li Colemêrgê  lêpirsînek da destpêkirin û biryar hat dayîn ku doz li wê neyê vekirin.
 
Dozgeriyê dosya girt û diyar kir ku divê nûçeya Rabîa Onver di çarçoveya azadiya çapemeniyê de were nirxandin.