Tulay Hatîmogullari: Divê komisyon vê gavê bên avakirin

  • 14:59 3 Hezîran 2025
  • Rojane
 
ENQERE - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari diyar kir ku divê di zûtirîn demê de li meclisê komîsyonek bê avakirin û der barê nîqaşên destûra bingehîn a nû de jî wiha got: "Divê em ji nêzîkatiyên giştî dûr bikevin û rêyeke zelal ku her kesî di nava pêvajoyê de vedihewîne biafirînin."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de ya li meclisê axivî, bûyerên di rojevê de ne nirxand û xwest, cenazeyê helbestvan Nazim Hîkmet bînin Tirkiyeyê. Tulay Hatîmogûllari got, "Di vê mijarê de divê gavek bê avêtin. Ji bo avakirina aştiyeke mayinde, di heman demê de ji bo zindîhiştina bîrê û rûbirûbûna bi dîrokê re ev yek girîng e."
 
Tulay Hatîmogûllari işaret bi bûyerên navneteweyî û herêmî kir û got, "Weke herêmek ku bûye qada têkoşîna hêz û hevrikiyê ya hêzên herêmî û navneteweyî, em her roj ji bûyerên nû re şahidiyê dikin. Bûyerên li Xezeyê diqewimin, weke ku me beriya niha jî got, nuqteya herî kûr a bi êş a mirovahiyê ye. Bûyerên li vê derê diqewimin têkildarî paşerojê bi dersan dagirtî ye."
 
Tulay Hatîmogûllari bi dewamî got, "Hiqûqa navneteweyî li vê derê veguheriye parçeyekî kaxizê, pîvan tine bûne. Vekirina vê girêka li Fîlîstînê wê gelek mijaran çareser bike û tevkariyê li aramiyê bike. Li aliyê din bi piştgiriya Îngilistan û DYA'yê, bi pêşengiya welatên Kendavê û Îsraîlê dema nû bi şer û krîzan ava dibe. Avaniya jeopolîtîk a herêmê ji pêvajoyeke veguherînê ya kaotîk derbas dibe. Dînamîkên navxweyî, hevsengiyên hêzê û rolên aktoran bi rengekî bingehîn nû dibin. Gotin di cih de be qalik heman qalik e, lê belê nava wê bi lez diguhere.
 
Dema dawî li Rojhilata Navîn sê nuqteyên bingehîn derdikevin holê; pêla hişk a ji bandora hêzên global a li herêmê, nakokiyên hêzên herêmî û krîza temsîlkirina gel. Di çareseriya gelek pirsgirêkên tevlîhev de yên li herêmê jeopolîtîk a Kurdan bi roleke diyarker radibe, deriyê derketina ji labîrenta Rojhilata Navîn e. Yên ku vî derî ji nedîtî ve bên mehkûm in ku di nava vê labîrentê de winda bibin. Ji ber vê yekê ji bo Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran û tevahiya herêmê girîngiya realîteya Kurd bi rengekî dîrokî careke din derdikeve pêşiya me.
 
Rewşa jeostratejîk û rabirdûya dîrokî ya Tirkiyeyê rola wê ya li herêmê gihandiye asteke hîn krîtîk. Gelekî girîng û pêwîst e ku Tirkiye êdî bi rola pêşeng û navbeynkar a aştiya herêmê û çareserkirina pirsgirêkan rabe. Pêwîstiya herêmê bi vê heye. Ev nêzîkatî wê hem bi kêrî civaka Tirkiyeyê bê hem jî tevkariyeke mezin li aştiya herêmê bike. Em ji dil û can ji vê yekê bawer dikin. Mînak; Tirkiye dikare serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, rêveberiyên ji wê derê jî li Enqereyê yan jî Rojava vehewîne.
 
Ji bo pêvajoya aştiyê bi gavên baş bi pêş ve biçe, ev yek wê tevkariyeke mezin bike. Ev yek ne tenê ji bo aştiya Kurd û Tirk e, ne tenê ji bo aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Em careke din bi girîngî destnîşan dikin; em vê mijarê gelekî girîng dibînin û her carê tînin ziman. Ev gavên bêne avêtin wê tevkariyeke mezin li aştiya Tirkiye û herêmê bike. Em careke din banga xwe dubare dikin; werin em aştiyê bi hev re ava bikin. Di heman demê de aştiya herêmê bi hev re ava bikin. Werin em Tirkiyeyeke demokratîk û komareke demokratîk bi hev re ava bikin.
 
Divê hikûmet teqez gavan bavêje. Saziya siyasî di vî warî de xwedî erk û berpirsyariyên gelekî girîng e. Bêyî cihêkarî bê kirin, ewlekirina civakîbûna vê pêvajoyê pêwîstiyek e. Divê siyaset di misogerkirina civakîbûna xwe de pêşengtiyê bike.
 
Yek ji geşedanên girîng jî têkildarî komîsyona ku wê li Parlementoyê bê avakirin e. Daxuyaniya Serokê Meclisê Birêz Nûman Kûrtûlmûş a 'wê komîsyonek bê avakirin' gelekî girîng e. Duh serdana me jî kir. Di hevdîtinê de me nêrînên xwe bi wî re parve kirin. Weke DEM Partiyê me bal kişand ser girîngiya xebitandina komîsyonê bi awayekî encamgir. Wexta welêt ya mijûlbûnê nîne. Divê di zûtirîn demê de komîsyon bê avakirin û bi awayekî aktîf dest bi xebatên xwe bike. Em qala mekanîzmayeke ku tenê peyvan pêşkêş nake, lê belê xwedî pêşniyarên şênber û xeta demê ya ku li gorî vê demê ye û berpirsyar e, vedihewînin.
 
Li pêşiya me gelek pirsgirêkên jiyanî hene, ji bêçekbûna rêveberiyên herêmî bigire heta karkirina dadgerî û mafên kolektîf. Bi komîsyoneka fonksîyonel gavên bilez dikarin bihên avêtin û em dikarin ji vê çerxa bilez birevin. Heta ku em her hevokê bi fikra ku divê aştî û demokrasî bê avakirin bi dawî nekin, dîrok wê bala me nekişîne. Ji ber vê yekê divê ev komîsyon guh bide dengê dîrok û aştiyê û karibe nîşanî mirovahiyê bide ku dikare tevkariyeke girîng li aştiyê bike. Divê weke komîsyoneke ku aştiyê ava dike di dîrokê de bê qeydkirin.
 
Jin divê di nava van hemû hewldanan de bibin parçeyekî bingehîn. Temsîliyeta rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk li komîsyona dema pêş bêguman girîng e; nêrîn û pêşniyarên wan bên komkirin. Lê belê em bi taybetî destnîşan dikin ku koma herî girîng a li vê derê bê beşdarkirin, jin û femînîst in. Di dema avakirina vê komîsyonê de divê ev neyê jibîrkirin. Ev gelekî girîng e. Şemiya borî li ser banga TJA'yê nûnerên tevgera jinên Tirkiyeyî, femînîst û hemû nûnertiyên Tevgera Jinên Kurd li Amedê meşeke pir xurt li dar xistin. Ez jî beşdar bûm. Bi rastî jî bi peyamên mezin, beşdarbûn û bi taybetî jî bi pêkhateya xwe meşeke bi bandor bû. Jin ji bo daxwaza aştî û çareseriya demokratîk a civakê li kolanên Amedê meşiyan. Em spasiyên xwe pêşkêşî hemû jinên ku tevkarî li vê hewldanê kirine dikin. 'Jin, jiyan, azadî'.