‘Perwerdeya bi zimanê Kurdî destkeftiya şoreşê ye’

  • 09:02 13 Gulan 2025
  • Rojane

        

QAMIŞLO - Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî Viyan Hesen têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî diyar kir ku bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, şoreşa zimanê Kurdî dest pê kir û got:” Îro ji dibistanên seretayî heta zanîngehan perwerde bi Kurdî ye. Vê yekê jî gav bi gav em dikarin wekî destkeftiyên şoreşê binirxînin.”
 
Di 15’ê Gulana 1932’yan de bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan, li Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Girîngîya vê kovarê ev bû ku cara yekem kovarek Kurdî bi alfabeya latînî û erebî dest bi weşanê dikir. Kurd her sal 15'ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî li her aliyên Kurdistanê pîroz dikin û dixwazin êrişên li ser zimanê Kurdî bi dawî bibin û zimanê Kurdî bibe xwedî statu.
 
Têkildarî 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî Viyan Hesen nirxandin kir. Viyan Hesen bi lêv kir ku divê hemû kurd ji bo zimanê Kurdî bibin yek û wiha got:”Bi piştgiriya hêzên me yên siyasî, civakî, leşkerî bi yekîtiyekê encax di qonaxa nû de zimanê Kurdî bê astekê û bê nasîn. Divê civaka me jî hîn zêde berê xwe bidin zimanê xwe. Divê kurdî hînî zarokên xwe bikin. Bi kurdî bihizirin bi kurdî bijîn. Em encax wiha bi hêz bibin û bêtir gavên xwe pêş bixin.”
 
‘Perwerdeya bi zimanê Kurdî destkeftiya şoreşê ye’
 
Viyan Hesen di destpêkê de da zanîn piştî şoreşê di warê perwerdeya bi zimanê dayikê destkeftiyên hêja hatine bidestxistin û wiha got:”Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, şoreşa zimanê Kurdî dest pê kir. Wiha rê li pêşiya zimanê Kurdî vebû. Beriya şoreşê her xebatên ji bo zimanê Kurdî di warê fermiyetê de qedexe bûn. Lê belê şoreşê rê li zimanê Kurdî vekir ku bi awayekî azad bê axaftin. Salên destpêkê yên şoreşê mamoste ji bo zimanên Kurdî hatin amadekirin. Ji aliyê saziya zimanên Kurdî ve dibistanên taybet hatin vekirin. Piştî Rêveberiya Xweser ava bû êdî li hemû dibistanan perwerdeya bi giştî ya bi Kurdî hat dayin. Îro ji dibistanên seretayî heta zanîngehan perwerde bi Kurdî ye. Vê yekê jî gav bi gav em dikarin wekî destkeftiyên şoreşê binirxînin.”
 
Navendên fêrkirinê hatin çêkirin
 
Viyan Hesen bi lêv kir ku ji bo zimanê Kurdî çavkaniyên cuda hatine amadekirin û wiha pê de çû:”Akademî, peymangeh û zanîngehên Kurdî îro hene. Ev yek ji bo berhemên bi Kurdî yên akademik jî girîng in. Ferhengên kurdî û pirtûkên rêzimanê jî tên amadekirin. Ji bo xwendekaran çavkaniyên cuda tên amadekirin. Ji bo mamoste bikaribin xebatên xwe baştir pêş bixin ev girîng in. Her wiha li bajarên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navendên fêrkirinê jî hene. Jixwe gelek kurd hînî zimanê xwe dibin pêkhateyên dine jî yên dixwazin Kurdî hîn bibin hene. Yên ne kurd bin û dixwazin mamostetiya zimanê Kurdî bikin jî hene.”
 
‘Bila zimanê Kurdî bê naskirin’
 
Viyan Hesen da zanîn ku ji bo Kurdî bê nasîn xebatên wan dewam dikin û wiha dewam kir:”Niha li Sûriyeyê qonaxeke nû heye. Armanca me yek jî ew e ku di destûra nû de zimanê Kurdî jî cihê xwe tê de bigire. Em hewl didin di vê destûrê de zimanê Kurdî bê nasîn. Em dixwazin li her bajar û deverên Sûriyeyê kurd mafê perwerdeya bi zimanê xwe bi dest bixin. Çimkî mafê pewerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî ye. Mafê her neteweyî ye. Loma di vê qonaqa nû de berê me li wê yekê ye ku zimanê Kurdî li Sûriyeyê bê naskirin. Xebat ji bo vê yekê jî berdewam in.”
 
‘Bi kurdî bihizirin bi kurdî bijîn’
 
Viyan Hesen bi lêv kir ku divê hemû kurd ji bo zimanê Kurdî bibin yek û wiha bi dawî kir:”Bi piştgiriya hêzên me yên siyasî, civakî, leşkerî bi yekîtiyekê encax di qonaxa nû de zimanê Kurdî bê astekê û bê nasîn. Encax ev yek bi piştigiriya hemû dezgehên me pêk bê. Divê civaka me jî hîn zêde berê xwe bidin zimanê xwe. Divê kurdî hînî zarokên xwe bikin. Bi kurdî bihizirin bi kurdî bijîn. Berî her tiştî civak bi xwe, xwediyê zimanê xwe ye. Ev pêdiviyek e. Em encax wiha bi hêz bibin û bêtir gavên xwe pêş bixin.”